1. kul û derdê min bû. sîstema tirşikê ji min re peyam şandiye gotiye kul û derdê te yê macin hat dermankirin. |
|
11.12.2020 21:12 ~21:14 |
bûtîmar
![]() |
2. Çend roj berê derbarê wî de min van tişta tenê dît. |
|
11.12.2020 21:17 ~21:18 |
yûsiv
![]() |
3. heta niha li ser jiyana wî ti agahiyeke teqez nehatiye peyda kirin. ya em dizanin ew e ku navê wî û helbesteke wî di keşkûla Abdulreqîb Yûsuf - Şaîrên Klasîk ên Kurd (Ji Weşanên Jîna Nû) derbas bûye. Sorgula xonçe dehen nazik nîhala kê yî tu Mehweşa gul pirehen şox û şepala kê yî tu Gul ruxa sîmen zeqin fikr û xiyala kê yî tu Ahûya Deşta Xeten mişkên xezala kê yî tu Nazika sîma semen qenc û delala kê yî tu Ew çi dêm e ew çi rû ne ew çi zulf e ew çi xal Ew çi gulbaxê gulan e ew çi husn e bê mîsal Ew çi ebrû ne çi qews in ew çi "Nûn"in reng hîlal Ew çi mujgan in çi tîr in ew çi elmas in bi qal Qatilê xûnrêz û xûnxur pur qîtala kê yî tu Ew çi badam in siyah in ew çi çav in xemzerîz Ew çi rîhanên di şeng in ew çi zulf in mişkebîz Ew çi Hindû ne siyah dil ew çi xal in fitne xîz Ew çi lêv in ruhî perwer ew çi `unab in ezîz Leb xemûş î badenûş î laûbala kê yî tu Ew çi bejn e ew çi qamet ew çi qedd e dil ruba Ew çi exbar in te can de ew çi durr in pur buha Ew çi narinc û turunç in ew çi sêv in sîneca Ew çi mehtab in binagûş ew çi subh e nûrfeza Rohniya şama firaqê şem` û mala kê yî tu Hûr û eyn î xemrevîn î dil têşîn î dil firîb Bê qusûr î hem çi hûrî nûra Tûr î pur `ecîb `îşwesaz î serfiraz î dilnewaz î dilşekîb şahlewend î leb ji qend î çeşmî bend î pur xerîb Sînesoj î dilfiroj î meh cemala kê yî tu Ew çi `ac e rengzucac e ew çi nûrîn gerden e Ew çi durca le`lî kûn e can rewan tê mesken e Ew çi destên rengxenayî riştina xûna min e şubhê te mehbûb û xûb ma qed di dunyayê hene Cebhe roj î qelbî soj î qed şemala kê yî tu Ew çi dulbend in muselsel ew çi zincîr in kezî Ew çi mehyûş in çi ala kesk û sor û qurmizî Netrik û îlan û şitrî tek li dêmê tewwuzî Dê bimeş carek tu serwa min were seyra rezî Da bi qurbana te bit Macin xezala kê yî tu |
|
12.12.2020 09:14 ~09:15 |
xendekî
![]() |
4. Hinek tiştên din jî heye ku mirov dikare ji wan, Macinî baştir binase. |
|
13.12.2020 00:49 ~01:02 |
hêvî
![]() |
![]() |
îtîrafên tirşikvanan [17] |
![]() |
mirovekirind [2] |
![]() |
cemil meriç [6] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
umît ozdag dê bibe wezîrê navxwe [1] |