1. Xelata ku bûye 5 meh e ku li bendê me. Heyran ez xwendekar û birçî me nikarim diyarî bikim bila hevalekî/e me yê dewlemend û camêr diyarî bike. * |
|
09.12.2020 13:00 ~13:23 |
yûsiv
|
2. Bila ew mijara her tim li jo bimine ta ku bala axayê me simurg56 bikişine. |
|
10.12.2020 12:50 |
cinorek
|
3. xelata ku hun dibînin bavê feqîr û fiqara dengê xerab nabe xwe * |
|
10.12.2020 14:09 |
shorbevan
|
5. Pîştî peyama shorbevan, ger hûn bê hemdî xelatê bidin min jî, ez nikarim qebûl bikim. |
|
10.12.2020 19:42 |
merwano
|
6. Xelatên ku wekî edetekî li tirşikê tên belakirin. Lê îsal hêj tirşik company deng ji xwe dernexistiye* hinek dewlemendên tirşikê hin diyariya amade kirine û sergîn û tertê rîxê belav dikin. Spasiya wan camêrên dewlemend dikim û hêvî dikim di demekî nêz de bi kargoyê sergînê me bişînin, qe ne di vê zivistana sar û seqem de em xwe hinekî li ber germ bikin. |
|
10.12.2020 20:29 ~20:30 |
tîrêj zana 21
|
7. xelatên me gelekî baş in lê belê li bajara soba êzinga ma ye ma.. |
|
10.12.2020 22:58 |
shwinsherm
|
8. Xelatên we teva min şandiye nêvzî we kîjan bayiyên surat sergo, yurt içi sergo, koçer sergo hebin hun dikarin herin bistînin ger bayî durî webin Adresa xwe binivîsin pereyê qargoyê aîdê we xelat rihete dikarim seferek kulçe (rêx) jiwere bişînim? * |
|
11.12.2020 20:56 |
shorbevan
|
9. xelatên ku wê serê sala 2021an, ji bo 10 nivîskaran were dayîn. (dîyarî, wê helbet pirtûkên kurdî bin.) |
|
12.12.2020 00:23 ~00:22 |
simurg56
|
10. Xelata ku niza bi saya wê ye an sedemek din heye ku bereket ketiye tirşikê û peyam li ser peyama tê nivîsandin. Maşele bê nezer be. |
|
12.12.2020 22:25 |
tîrêj zana 21
|
11. Ji bo hevrikî ango rekabet xurtir bibe divê rewşa dawî bê eşkere kirin. * |
|
14.12.2020 22:08 |
yûsiv
|
12. rewşa dawî ya nivîskara bi vî rengî ye: |
|
15.12.2020 11:25 ~22:39 |
tîrêj zana 21
|
13. ihim ji xwe min hetta vê salê qet nizanîbû tirsik.net heye. kêngî min li ser twitterê kampanyayê 1 gulan dît bûm nivîskar û min li vir nivîskarên dilpak, welatparêz û dilxweş dît zehf qêf xweş bûm, ew bo min xelateke û bo min qazanca vê salê ev e. Hûn her hebin |
|
15.12.2020 16:47 ~16:48 |
doesntmatter
|
14. Xelata ku xuyaye dilê simurg56 heye di sersala 2022'yande bide an dibêje belkî nivîskar jibîr bikin, tiştek wisa tune xwe bêdeng kiriye dîsa. Nabêje nivîskarên min rihê xwe dan; hineka diber nivîsandinêde geleka di ber reşikande * van reşika îmana me qedandin bese êdî xelat bide me û xwe tev xelas bike berê bide yê pir reşik daye * |
|
01.01.2021 22:58 |
shorbevan
|
15. (bnr: em li bende ne) |
|
01.01.2021 23:04 |
tîrêj zana 21
|
16. xelatên ku li ber avê çûne.... |
|
18.02.2021 13:21 |
merwano
|
17. xelatên ku xwedîyên wan dîyar bûne. (ji bo derengmayînê bibexşînin.) |
|
27.02.2021 22:03 ~2021.03.14 19:52 |
simurg56
|
18. xelatên ku ez jî bi matmayî tev lê bû me û bi agahdarkirina simurg56 ve hînbûme ku ez xwediyê xelatê me. Bi rastî ev demek dirêj e ez kêm dinvîsîm û beşdarê tirşikê dibim lê wisa dixûyê ku serê sala 2020 n de pirr xebitîme û ketime nav xelatgiran. |
|
27.02.2021 22:52 |
brzn
|
19. Xelatên bi 3 pûana ez ji wan bêpar mame. |
|
27.02.2021 23:10 |
xabûrî
|
20. Pîştî derketina pirtûkên nû yên kurdî ev xelat ez kêfxweş kirim. Bi rastî gelekê me heq kiriye û yên heq dikin jî hebûn. Bila ew jî bibe xemgînîya me. Bila ew jî bi qewlê tirka önündeki maçlara baksinlar. * |
|
27.02.2021 23:23 |
yûsiv
|
21. Xelatên bivebûna dergehê rehm û îhsana patron, bi camêrî tên belakirin. Ji xwe dema min îşev simurg di tirşikê de serhêl dî min zanibû fiêlekê dike, lê min nizanibû bê ka çi dike. Îsal jî edeta tirşikê hatiye cih û berendamên xelatan destnîşan bûne. Kesên xelatan bidest nexistine, îsal bila bêhtir bixebitin û yên xelat dê werbigrin jî bila qet nekevin rehetî û devjêberdanê. |
|
27.02.2021 23:39 |
tîrêj zana 21
|
23. Nivîskarên ko xelat girtine ji dil û jan pîroz dikim. Sed carî bimbarekbi. |
|
28.02.2021 02:47 |
pîroz
|
24. Ji bo vê xelatê spas dikim. Wek @berzan ez jî di demên dawî de ji ber karûbarên xwe zêde nikarim têkevim tirşikê. Di destpêka koronayê de çalak bûm gelekê. Jixwe pûanê min tev ji wê demê hatine cevandin. |
|
28.02.2021 12:18 ~12:18 |
xelîl
|
25. Dema amedspor 2-1 biser dikebe dibêje me dîsa pîlaqeya xwe yanî 21 çêkir * min jî pîlaqeya ameda rengîn nexşandiye, herwiha ez hemû nivîskara pîrozdikim bitaybetîjî her 21'ê ewil têr tê pîroz dikim..* lê ez dixwazim viya bibêjim tirşikvan pir lewaz bûne ji tunebûna mêra em ji hevre dibêjin evdêrehman ji 11emin wêde divê tev bên ceza kirin divê cezayê wan ne tenê ji xelatê mayin be.. * xuyaye min hima piçek xwe bihijdanda minê we li ber tozû dumana tirê gura bihişta/tirê gura ji we berda.. dibêqey piştî û barê li pişta min li pişta weye.., çibûye ji we? Rovî di ser wede qevazdaye/bazdaye dema ez wekî we xortbûm, wekî motora fordbûm, min wek tivinga rûs dabû ser milê xwe ji vî serê sûka farqînê diçûm wî serî min dinivîsand * |
|
01.03.2021 23:20 |
shorbevan
|
26. Mala xwudê û ya tirşikê ava. pirtûk ango xelata min ya bi navê " ferhenga termên fenî" bîstek berê, bi riya kargoya ptt gihaşte destê min. Hingî dem bihurîbû ji xwe xelat ji bîra min çûbû. Ji ber ku ez ne li dikanê bûm pismamê min ji dêlava min rahiştibû pirtûkê. Gava ez hatim go kargoyek li ser navê te hatiye. Min go hellaa min tiştek nexwestiye, ev çiye gelo? Me vekir û dît ku xelata tirşikê ye. Lê min tê de tû nîşe û nivîsek nedît. Min dixwest bi destnivîsa kekê simûrg nivîsek li ser navê tirşikê bihata nivîsandin lê tune bû. Niza xelata min tenê hat an ya hemû nivîskara hatiye şandin? |
|
24.03.2021 11:03 |
tîrêj zana 21
|
27. Xelat min jî evro gihişt destê min. Min (bnr: edebiyata kurdî ya gelêrî) a (bnr: ramazan pertev) bijartibû. Niha min çav lê gerandin wek xebatek berketî dixweyît. Spasîya xwe dikim ku min sala 2020 li vê malperê hin tişt nivîsîne, herwesan mala tirsik.netê ava bit. |
|
25.03.2021 10:41 |
hespêsor
|
28. bawer rûken di (bnr: pirtûka tenêtîyê) de zimanek gelek nerm û bi hêsanî tê fehm kirin bi kar anîye.Pirtûka tenîtîyê ji aliyê nivîskar ve 2019 den ji weşanên lîs derketiye.Min dixwest ez bistînim lê ti car firsend çênedibû.Piştê ku kek simurg nivîsî û got te xelatek bi dest xist , ez pirr kêyfxweşbûm û min raste rast pirtûka birêz Bawer rûken jê daxwaz kir. |
|
25.03.2021 18:12 ~18:13 |
brzn
|
29. Xelata min jî îro hat. * min pirtûka Sohrab Sepehrî - hemû helbest (bi wergera Muhsîn özdemir) xwestibû. Pir kêfxweş bûm. Mala tirşik net, bijarefix, rêveber û moderatorên tirşikê û hemû tirşikvana û gelê kurd û girtiyên di zin.... Temam temam. * mala we teva ava. * |
|
26.03.2021 20:04 ~20:04 |
xwelî li ser
|
30. xelata ku pîştî hin pirsgirêkan nû îro gihişt destê min. |
|
30.03.2021 14:00 |
merwano
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |