Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
brave - tirşik
brave
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê gerokekî înternetê ye. Ew sepan e ku reklaman qedexe dike li ser de pere jî dide. Ji bo pereyê jî divê reklamên ku sepanê pêşniyar dikin vekin û reklamên sepanê jî wekî notification tên ango mirovî aciz nakin. Di sê rojan de 6TL daye min. Ji zêdetir Gelek lez dixebite. Bi min ji chrome baştir û xweştir.



06.12.2020 19:00 | yûsiv

2. web browserê ku ji aliye damêzrenerekî mozilla firefoxê hatiye pêşxistin e. ji ber ku open-source e mirov bi hêsanî dikare bi ewlehî bi kar bîne.

Yek ji malperên ko ji bo qezenckirinê presearch.org e. tenê bi lêgerînê mirov dikare pereyên krîpto qezenc bike.



06.12.2020 19:11 ~2021.06.23 00:15 | hueyn

3. Browsera ku haya min nû jê çêbû û min niha daxist. Êdî ji chromeê kerixîm. Newêrim li gerokê tiştekî, kesekî bigerim. Di heman demê de di hemû sepanan de reklamên têkiliyê wê tiştê tên nîşandan.



06.12.2020 21:14 | xelîl

4. di nav gerokên çetela chromiumê de ya herî pir pesna wê tê dayîn ew e, di mijara nihêniyê de. her wiha him belaş e û him jî çavkaniya azad e. rêbaza nîşandana reklaman hema hema xweş e: ew ji te re reklam dişîne. heke tu bixwaze pê li reklamê dike û di rûgerekê* din de vedike. lê heke tu naxwazî, guh nadî agahdariya reklamê. her wiha bi uphold-ê peymankirî ye û heke tu nasnameya xwe piştrast bike, serê nîşandana reklaman pere dide te. lê belê bawer im pênç salan rojê 5 reklaman binêrî, tu dikarî hinin pere bi dest bixî. yanî ne riya zengînbûnê ye.* wekî şexsî, nikarim wê hez bikim jbk bi rastî jî pir dişibe chrome. yanî hîç serê xwe li ser xuyangê neêşandine mîna vivaldiyê. yanî heke tu dixwazî geroka xwe ya brave kesane bike, mecbûr î here dikana tevnê ya chrome-ê. û hemû pêvek ji aliyê kesên sêyemîn tên bapêçkirin û hemû bi kiloran* tên. ê de were xwe ji kilorên xerabkar biparêze. li vir ji bo kesanekirinê vivaldiyê çêtir dibînim û ji bo pêvekan jî ji sedî 75 firefox. (ji ber ku pêvekên wê tenê ji bo wê tên çêkirin an jî tên adaptekirin. dîsa mirov divê bala xwe bide mafên ku kilor ji we dixwazin.) lê bo pêvekan vivaldi çêtirtirîn e. ji ber ku mêrik gerokekê çêkirine ku hemû pêdiviyên te tê de wekî cihgirtî* ne.

tiştê ku hêcanê dide min motora lêgerînê ya brave e: brave search. hîn di asta betayê de ye. lê belê -heke karê min hebe- hema her roj du sê caran pê digerim. duckduckgo can e. lê belê ji hêla têkildariyê de mixabin nebaş e. ka hêviya min ew e. nebû startpage is here.



01.07.2021 16:22 ~16:33 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» brave

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram teknoloji komputerprogram teknoloji komputerprogram teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî