Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
hirçê jindarêz - tirşik
hirçê jindarêz
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji berê ve tê bihîstin ku hirç hijî jinan dikin. di vê babetê de gelek çîrok hene. nemaze di nav çiyayiyan de çîrokinin welê zehf in.

vê paşiyê di eqçedaxê de hirçekî keçek revand. li gora gotinê mesele holê qewimiye:

keçikeke gundî, bi navê fatê, di rêlekê de dar dibirî. ji nişka ve hirçek lê derket. bivênevê keçik zehf tirsiya. lê hirçê nehişt ko tirsa keçikê dom bikit. xwe xiste nêzîngî wê û dilê wê rûnand. hê re da sehkirin ko ji mêj ve hejî wê dikir û lê digeriya. keçik himbêz kir û bir şikefta xwe. bûka xwe tê de cih kir. ji pelên daran jê re nivîneke bukîn raxist. qederê şeş mehan bi hev re man. zavayê dexisok jina xwe qet bi tenê nedihişt. hero hima saetekê derdiket debara malê dikir û dihat. ji bûka xwe re goştê xav, hirmê û her texlît fêkî dianîn.

lê rojekê hirçekî din bi wan hisiya û da şopa hirçê zava. ji ker ve hat û xwe ji ber deriyê şikeftê teland û li hêviyê ma. heta ko hirçê din digel selika xwe derket û da rê ko here sûkê. hingê herdu berber dirêjî hev kirin û pev çûn. mideke dirêj li hev xistin. di wî çendî de dilê fatê ji bîr ve çûbû.

piştî demekê dilê fatê di xwe kiribû der. ji der ve tu pêjn û deng nedihatin. hêdî hêdî çû heta devê şikeftê û dît ko hirçan hevdu dirand û kuştibûn.

Fatê bi hawarî xwe gihande gund û bisrhatiya xwe ji xelkê re gilî kir. lê nihêrîn û dîtin ko keçika reben avis mabû. di zikê xwe de kutikekî şeş mehîn digerand.

ji kovara hawarê ye.

eqçedax qezayê meletî ye.

(bnr: hirç di efsaneyên kurdan de)
(bnr: efsaneyên ser têkiliyên zayendî yên mirov û heywanan)
(bnr: efsaneyên ser têkiliyên zayendî yên mirov û cinan)



05.12.2020 12:15 | sitî cp

2. (bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



05.12.2020 20:47 | bûtîmar

3. Çîrokên berê jî min çend heb ji wan bihîstibûn lê qet neketin serê min. Hetta hevalekî mamoste cidî cidî ji min re vegotin çîroka wan. Lê ji bo min tenê efsane ne.



06.12.2020 17:22 ~17:23 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hirçê jindarêz

Kategoriyên mijarê:: kovar jiyan kovar jiyan kovar jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî