Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jivistan - tirşik
jivistan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvekê torîkî ye. Ez ecêb mam hê ti kes ve mijarê nevekiriye. Li ba me hema bêje her tim ji zivistan ra dibên jivistan. Ew tîpa z ji bo çi vediguhere j nizam lê belê gelek kefa min ji vê peyvê re tê.



04.12.2020 00:21 ~00:22 | hueyn

2. di navbera kurdî û farsî de z'ya farsî di kurmancî de dibe j. lê min di hundirê kurdî de guherîneke wisa hîç nedîtibû. tiştekî gelek balkêş e.



04.12.2020 08:32 | keyomerd

3. Li çend deverên diyarbekirê, di şûna de dibêjin . Lê bes ev guherîn di nav herêmên kurmanc û zaza de heye. jixwe di zazakî de li kar e.

Wek: remo jî (zî) here stenbolê.



04.12.2020 11:18 ~11:21 | tizbîkêş

4. Hevalê hueyn gotî peyvek Torîkî ye lê ez nû dibihîsim



04.12.2020 13:52 | demsal

5. Gava ez hîn bûm ku kurd bi piranî peyva jivistanê wek zivistan bilêv dikin behitî ma bûm.

Helbet ez zehf mezin nebûm wê kêliyê. Temenbiçûk bûm.

Her wiha ez hîn bûm ku a resen bilêvkirina bi dendê z ve destpê dike ye şaş bûna min gihîştîbû asteke bilind.

Min got ya rebî kurdî çend şêrîn û zengîn e. Û hezkirina min a li ser zimanê kurdî bûyî xurt bû.

Zi - ji û zebeş - şebeş jî wilo. Çawa bihên bilêvkirin şêrîn in.



04.12.2020 19:58 ~20:02 | bilbilê dilkul

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jivistan

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî