1. albûma herî serkeftî ya rotînda ye. kurteya "nayê gotin" e. di sala 2001an de derketibû. wan salan di derbarê zimanê kurdî de serê min bi pirsên ontolojîk tevlîhev bû. bi rastî zimanê kurdî zimanek serbixwe ye gelo? nexwe em ê fîlan hevokê çawa wergerînin kurdî? ev peyv çawa tê nivîsandin, bilêvkirina rastîn çi ye û hwd. ji ber ku wê demê înternet jî hê tune bû, materyal jî peyda nedibûn. yên heyî: rojnameya azadîya welat, ferhengoka pîne, çend pirtûkên kurdî û ewqas. ![]() wê demê albûma muhammed arif cizrawî fîlan jî cem me hebû lê min zêde ji gotinên stranên wî fêhm nedikir û jixwe şêweya wî jî ne li gorî min bû. loma cihê naygotin ji bo min naygotin * |
|
2020.12.01-23:34 ~23:37]|
simurg56
![]() |
![]() |
jorge luis borges [1] |
![]() |
tirkî [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
xwe guhertin [1] |