1. têgehek estetîkî ye. cara ewil ji alîyê profesorê robotan masahiro mori ve, di sala 1970an de hatiye vegotin. wateya ferhengî ya têgehê bi kurdî "gelîyê bêyom" e. min şûna bêyomê peyvek din nedît, di eslê xwe de qesta me gelîyê ne ewle an jî newala tirsnak/lerzîdêr fîlan e. ![]() wêneyê nîşande ![]() ev fenomen girîng e ji ber ku çêkerên anîmasyonan/xêzefîlman, robotan û hwd. divê guh bidin vê meselê da ku temaşevan/kiriyarên wan şûna ku berhemên wan biecibînin û empatîyê bi wan re bikin, ji wan netirsin û rûyê xwe tirş nekin. ji bo berterafkirina vê meselê çend xal derxistine pêş: 1- divê taybetîyên robotan û mirovan neyên tevlîhevkirin. weke mînak mirovek bi dengê robotan an jî robotek bi dengê mirovan, wê ji robotek bi dengê robotan an jî mirovek bi dengê mirovan kêmtir aciz bike. 2- divê xuyanîya wan û tevgerên wan, bi heman astî bişibin mirovan. 3- robotek çiqasî bişibe mirovan, divê tevgerên wan ewqas teqez be. 4- eger rûyê robot bişibe mirovan, divê pîvanên rûyê wan li gorî rêjeya firehî/dirêjî û hwd. pîvanên rûyê mirovan be. (karakterên fîlmên karton dikarin serê wan ji qûna wan mezintir be, lê eger karakter fotorealîstîk be, yanî bi reng û mengê xwe tam mîna mirovan be, divê birh, mijang, poz, çav û hwd. jî li gorî mirovekî normal be.) (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe) welhasil, fenomenek girîng e û divê çêkerên anîmasyonan û robotan fîlan, guh bidin vê rastîyê. ger na, wê berhemên wan bikevin vê gelîyê û sempatîk neyên dîtin. |
|
2020.12.01-21:23 ~21:27]|
simurg56
![]() |
![]() |
erotîzma bêhna bizin û miha [1] |
![]() |
erotîzma bêhna bizin û miha [5] |
![]() |
jorge luis borges [1] |
![]() |
tirkî [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |