Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
prîz çima sist dibin - tirşik
prîz çima sist dibin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji ber du sedema. An xeznoka prîz baş nehatiye montekirin, an jî niçikê prîz baş nehatiye şidandin.

Xeznoka prîz çiye û çawa tê montekirin?
Xeznok, plastîka ku dikeve binê siwaxê û kabloyên prîz tê de tên veşartin bo ku prîz di dîwêr de asê bibe. Ev plastîka gilover hewceye berî ku xanî were seyandin, cêyranvan tûle bişkîne û wê bi kilsê(alçî) bi dîwêr monte bike. Lê devê xeznokê divê bi dîwer ve sifir be. Ger piştî sîwaxê xeznok kûr mabe, prîz cihê xwe zevt nake. Ger xeznok ji derve mabe prîz bi dîwêr ve sifir nabe û xweş zevt nake. Carna cêyranvan ji dêlava ku xeznoka xwe kils bikin, diçin têlê divajinê. Lê dema dîwar tê seyandin ew xeznok ji cihê xwe dileqe û xwar disekine. Ev yek jî dibe sedema sistbûna prîzê.

Niçikê prîz çiye û çawa tê şidandin?
Niçikê prîz, parçeyekî hesinî serê wê weke şeh kertik kertikî ye. Di her prîzî de 2 heb rasto çepo hene. Dema prîzekî bigrî destê xwe û berê prîz li te be, niçikek li rastê yek li çepê dimîne. Jibilî 3 heb klemensê ku kablo dikevin wan 2 heb cer li kêleka prîz hene. Dema ew cer tên şidandin, niçik di hundirê xeznokê de fire dibe û prîz di xeznokê de asê dike.

Prîzê sist bûye çawa dê were şidandin?
Ji bo şidandina prîz tenê cerbaderek pêwîst e. Berî her tiştî berî ku hûn mudaxeleyî cêyran an prîzê bikin şartêla xwe ya malê deynin. Paşê bi cerbaderê kontrolê cêyranê kontrol bikin. Ger cêyran hatibe birîn hêja dest bidinê. Pêşî cera nêv prîz vekin. Ev cer di neqeba herdu qulikê prîz de ye. Piştî ku we ew cer vekir dê çarçoveya prîz sist bibe û jê derkeve. Anha hundirê prîz û kablo xuya dikin. Kabloyê prîz xweşik di xeznokê de bicih bikin û prîzê têxin hundirê xeznokê. Bila prîzê we bi dîwer ve sifir be û di pêşber de rasb e. Bi destekî prîz dehf bidin hundirê xeznokê û pê bigrin, bi destê din jî cera niçikê prîz bişidênin. We niçik heya bi dawî şidand pêve çarçoveya prîz têxin ser û cera nêv bişidînin, temam e. Vêca herin şartêla xwe bilind bikin û jê bigerin.

Nîşe: ev buyer hama bêje li hemû mala pêk tê. Dema em wek cêyranvan diçin malekî karekî dikin, paşê illim xwudiyê malê çend prîza bi me dide şidandin. Karê ne karê me bi me didin kirin. Vaye min li vir nivîsî çawa tê şidandin. Derîde kesek ji min re bibêje prîzê min bişidîne, ezê weke femînîstan biaxivim, hay ji xwe hebin*



30.11.2020 02:25 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» prîz çima sist dibin
» çima yar nehat
» sistbûna piştî xwarinê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî