1. "No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erda bê kes û bê xwedî". rêzefîlmeke li ser şervanên YPjê ye. karekî hevpar ê fransa û Îsraîlê ye, televîzyona "arte" ya Elman-Fransî û tora medyaya dîjîtal a amerîkî "Hulu" jî di prodûksiyonê de cih girtine. Rêzefilm li derveyî Kurdistanê hatiye tomarkirin, li welatê Mexribê, li devereke nîv çiyayî. Gelek şaşiyên cografiyayê di rêzefilmê de derdikevin, lê ne pirsgirêk e, yek ji nivîskarên senaryoyê Maria Feldman wisa dibêje: "destpêkê dema di nûçeyan de me dît endamên Daişê ji dengê ku şervanên jin ên Kurd derdixin (Tilîlî) û kefiyên wan ditirsin, me xwest em tiştekî ser van şervanên jin çêkin. Lê çîrok, helbet, bi çavê kesekî biyanî bihata gotin ...me xwest rêzefilma me bila cîhanî be..." |
|
29.11.2020 00:13 ~00:37 |
tizbîkêş
|
2. heta niha sezonekê wê tenê hatiye weşandin, li gor nûçeyên Îngilistanê wê sezona duyem îsal bê weşandin lê demê diyar nekirine. |
|
28.07.2021 00:25 |
pênûsa westiyayî
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |