Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
gotinên saliho pismam a şakiro - tirşik
gotinên saliho pismam a şakiro

Navê mijarê ya ewil ev bû:şakiro gotinê saliho pismam
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nurê digot disa vê Riha'yê bê qurban, heyran dikim. Sura Dîyarbekir'ê ji vir rakim pismamo lo lo lo
Ezê alîkî bi qersel û bi qonax kim domamê lê lê
Alîkî bi bostana lo bi xiyarkim serbizêrê lê lê
Îro çende dikim nakim lo naqedînim serbizêrê lê lê
Mi sond xwarîye tu dila di ser dilê xwe û bi Salih'ê pismamra gidîno ji îro şunda nahebînim domamê lê.....

Weyla piçûko piçûkê birano qandar û qatilê neh mêrano bi emir çardeh bu li Sura Bajara Dîyarbekir ji bextê Nûrê bi Hedê'ra bu sed û yek sal ceza danê lêûê....axay..


Ax Nûrê domamê sibeyê tu bala xwe bidê dilê min hestûkê kele kela Behra Wanê pismamo lo lo
Ca midî gemîçîya gemî qayîkê xwe berdanê serbêzêrê lê lê
Îro ji êvara Xwedê da sêyr bike xwe dane rubarê vê Tetwanê domamê lê lê
Hela bala xwe bide tavê dabu şuşe û pencera cam û camekanê mapusxanê serbizêrê lê lê
Mindî jinê qandar û qatilan dergûşê lawîne li milane meşyane derê cezaevyê lê mapusxanê domamê lê lê
Dil hene dergûşê lawîn teslîmî van camêra bikin dikin dewa hersê kevrê reda kirina jinberdanê serbizêrê lê lê
Salih digo: Nûrê tu jî hatîyî ji bona hersê kevrê reda kirina jinberdanê domamê lê lê
Go: pismamo lî şanê te nakeve ti j'minra dibê vê gotinê lo qisedanê pismamo lo lo
Ez hatime qolê zêrê serê xwe bidim Salih'ê pismam tevê hezar pênsed mahkûmên Dîyarbekir îro ji êvara Xwedê da didim mica berdanê ay pismamo lo....

Weyla piçûko piçûkê birano qandar û qatilê neh mêrano bi emir çardeh bu li Surka Bajara Dîyarbekir ji bextê Nûrê bi Hedê'ra bu sed û yek sal ceza danê lê... Lê domamê...


Nurê digo : Lolo pismamo minê şeva nîvê şevê Pismamê xwera lo xewnek dî(ti)bû pismamo lo lo
Mi dî ez gulî bira Xwedê nexwaşê bêhal bum nexwaşê nava cî bum domamê lê lê
Mi dî li doramin gulî birê birek vê sibingê mal xirabo mervê nuranî temamî rûnişti bun li serê hemîya şaş û şaşê sipî bun pismamo lo lo
Mi rebenê tatîfa xewna xwe lêxistîye mi gotîye : minê Salih'ê pismam tevê hezar pênsed mêrê mapusxana Dîyarbekir bi qolê zêrê serê xwe lo cakirîbu(bijartin) pismamo lo lo


Mi gulî bira Xwedê nizanibu bi vê sibingê xewnekî şevê nîvê şevê bu
Minê ji xwera lo xewnek dîbû domamê le le

Ay pismamo lo lo...
Weyla piçûko piçûkê birano qandar û qatilê neh mêrano bi emir çardeh bu li şehrê Bajara Dîyarbekir ji bextê Nûrê bi Hedê'ra bu sed û yek sal ceza danê lê... Lê

Ax Nûrê digotê: Pismamo sibeye sêyrbike dilê min estuka Xwedê ji dilanî dil dibê oyoy domamê lê lê
Ezê rabim xwe berdim nava çarşî, bajara Dîyarbekir oyoy domamê lêlê
Midî midê emumê hakima çar ezayê mehkemê oyoy pismamo lo lo..
Milê xwe kutane hevda ji nav çarşîya Dîyarbekir da berjêr tên dooydêêê.. xayino lolo..
Ez gulî bira Xwedê diçume pişîyê mi qolê zêrê serê xwe qetndî avête di pişîye lo lo domamê lêlê..

Gidî min destê xwe dabu desta ji devê xwe kirî şaqa vê Cizrê oy oy serbizêrê lêlê..
Mi go: lê lê Nûrê tu hatî çi rica û çi dîlekê oy oy domamê lêlê
Got: ceza reîso ez hatime tu Salihê pismam bidî xatirê Xwedê û pêxembera xatirê lo mekevnê oy oy pismamo lolo..

Go: Nûrê domamê minê kaxiz û dosyayê sav û şandinê şewitîya Enqerê lo lo piçukim lê lê..
Belkî îşev ji êvara Xwedê da lo neqis tê lo lo domamê lê lê
Go: ceza reîso ezê nasekinim ji hêvîya kaxit û navbera tê oyoy pismamo lo lo
Digo :Nurê domamê tu here minê Salihê pismam tevê hezar binsed mahkumê Dîyarbekir
Dabu xatirê Xwedê û pêxembera xatirê te jina çê oy oy piçukim lê lê ay domamê lê lê..

Piçuko piçukê birano qandaro qatilê neh mêrano bi emir çardeho Nûrê ji sed û yek sal cezada xilas kiro heu Gidî sonêda bi Nûrê xayino lo lo

Salih digo: lê lê Nûrê bejna te zirave ji tayê rihanê ji têla vê kervetê êêê piçukim lêlê...
Seyr bike heşin dikir bajara Diyarbekir li derê Ulucamî yê lo vê mizgeftê lê lê serbizêrê lê lê..
Ez ji tera sond bixwin bi sonda qesemê bi navê Quranê bi suretê vê beratê êêê domamê lê lê..
Ezê te bikujim ji bona diçime ji bona cez idama em û geryayî li qapîyê hikumatê vê dewletê serbizêrê lê lê.. oy xayîno lolo

Piçuko piçukê birano qandaro qatilê neh mêrano bi emir çardeh bu li şehrê bajara Diyarbekir ji bextê Nûrê bi Hedê'ra bu sed û yek sal ceza danê lêûê....axay..






28.11.2020 16:19 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên li ser bûkan
» saliho û nûrê
» pismam dikare dotmama xwe ji hespê peya bike
» şakiro û strana elmecîd beg

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî