Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
destnivîsarên gola mirî - tirşik
destnivîsarên gola mirî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di 1947an de şivanekî bedewî hinin mîhên xwe winda dike li herêma kumranê a ku nêzî gola mirî ye û çemê urdunê jî dora wê diherike. nêzî şikeftek dibe û meraq dike gelo mîh têketine nav an na. kevirek daweşîne. ti dengên mihan jê nayê lê şûna ku kevir lê dibe, dengek derdixe wekî ku bi sanduqek keve. tê dikeve hundir û dibêne ku du heb kûz di hindur e. yek dişkênîne. ji nav çerm derdikevin. sê çar heban jê derdixin û di nav hevalên xwe par dike û yên xwe dibe malê bi xwesteka çêkirina pêlavan. çermên wî du salan li malê disekine û rojek apê wî dihese, bala xwe didê ser çermê. dişibîne nivîsan. dihere wan dibe kevnarevanek. mêrik jê distîne û dibe ber zaneyek. çîrokbi hevdana çerman deam dike lê em werin ser "çi"bûna wan.

ew nivîs derheqê civateke cihû ye ku ji aliyê piranî ve bi delîlên qanihker wekî civata essenî tê hesibandin. pirtûka tewratê ya heyî, ancax dihere sedsala dehemîn a piştî zayînê. lê ev nivîsar di navbera sala 200 a berî zayînê û sala 100 a piştî zayînê de hatine nivîsîn. yanî dîroka xetên tewratê di carekê de bi saya van destnivîsaran deh sedsal pêş ve dihere. li ser wan (di gelek şikeftên din ên wê herêmê de di nav gelek şikeftan de gelek destnivîsarên din ên çermî tên bidestxistin) gelek lêkolînên naverokî tê kirin. di navbera wan û tewrata îroyî de li dora ji sedî 40 wekhevî hatine tespîtkirin. lê di gelek cihan de cudahî jî hene. mîsal di hema hemû destnivîsaran de qala mamosteyê rastiyê û mamosteyê nebaşiyê filan tê qalkirin. hinan dibêjin mamosteyê rastiyê yehyayê imadkar e (an jî di încîlê de dibêje yûhennayê imadkar) û mamosteyê nebaşiyê jî pawlos e (berî bibe xiristiyan navê wî saulê tarsûsî ye). seba vê jî ev e ku bi ya hinan pawlos helenîzmê tevlî xiristiyaniya îsa pêxember kiriye û ji bela wî ji xêncî yên rasterê, hemû dêr heretîk/rêşaş bûne yên ku gotinên pawlosê pîroz dihesibînin. îja bi ya van destnivîsaran du mesîh hene. (qey) yek yehyayê imadkar e, ê din jî îsa pêxember e. lê di vê mijarê de nîqaş hene. di desnivîsaran de gelek agahî di derbarê civatê de tê dayîn, yek çawa têdikeve civatê, şertên wan çi ne, piştî ketinê çi berpirsyariyên wan dibe filan. herçiqas milkiyeta şexsî hebe jî giraniya hişê hevpariyê pir mezin e ku ev taybetî ji aliyê zanyaran ve wekî komunîzm hatiye binavkirin (ku ji esseniyan re jî wiha dibêjin). her wiha bi ya gelek delîlan ve ev civat ne ji sedî sed be jî ser mêraniyê hatiye avakirin, yanî mêr ji sedî sed li ser civakê xwedî hêz e û navê jin tune ye (ji ber hinin gotên kifşkirî tê gotin ku di civatê de jin û zarok hene). essenî jî bi heman taybetiyê tê nasîn lê wan ezebtî (bêjinî) pîroz kiriye. ji xwe bi ya gotinan ji ber wê qelihîne.

ne tenê bi zimanê îbranî, her wiha bi aramî û yewnanî jî hatine nivîsîn û bi zimaneke din jî destnivîsar hene ku niha nehatiye peyitandin ka bi çi zimên e.

filan.

îja ez çawa hatim ser vê mijarê. bi bîrçemî* li vir e:

quran > sureyê kehf > qiseya eshabê kehf > "(ev) der barê ya nepenî (xeybê) de texmîn dikin" > wê demê kes û kûsên ku navên xortên razayî didin, mideta salê didin, navê herêm û çiyayê didin yên ku şikeft tê/lê ne hwd hemû, tevahî îsraîliyat in! û yên qal dikin dikevin gunehê! > "di derbarê wan de ji tu kesî (ji yên xwedankitêb) malûmatan nexwaze" > ayeta 25a: "ew di şikefta xwe de sê sed salî (razayî) man û neh salên din jî li vê hatine zêdekirin" > malûmatek derbarê taybetiya têgiha "qise"yê: qise hûrgiliyên bûyerê nade meqsed îbret û mînakdayîn e. > lê malûmata mideta xewê ne hûrgiliyek e? divê bi ya taybetiya qiseyê ev jî nebaya? Xweda ez dibim gunehkar! > lênerîna wergera tirkî. > bêtetmînkarî. > lênerîna tefsîra/wergera ihsan eliaçik: ew gotin ne ya xwedê bi xwe ye, ew wergirtin e heman piştî vê hevokê xwedê minaqeşeyên xelkê dide yên ku li ser cihê eshabê kehfê li hev nayên> !!opss! > gelo ihsan eliaçik hinekî fireh fikiriye, maneyeke din daye? > gûgilandina pîroz. peyvên kilîd ên lêgerînê: "turkçe keşşaf zemahşerî"! (heke rehmetiya xwediyê keşşaf jî wiha gotibe, ez ê jî wiha qebûl bikim) ya xweda ev çi hezîne ye! tirk asoxî hemû wergerandine û şeş cîlda wê jî li ser înternetê belav dikin! > hemû keşşaf û 51 pirtûkên din daxe kombersa xwe yên ku nîvên wan rêzepirtûk in. yekûn: 2gb > Cîlda çarem, bi sureyê kehfê dest pê dike ^_^ > û erê si rûpela 46ê: ev hevok, hevoka xelkê xwedankitêb in a ku bê delîlên rast û durist bi texmînî vê dibêjin û xwedê jî wekî reddiye di ayeta xwe de dibêje: "Bibêje: Xwedê teala bêhtir dizane ka ew çi qasî mane." > di dilê min de rehetî. him jî çi rehetî! ahahahah ya rast min amerîkayê dîsa kifş kir lê ne bo mirovahiyê lê bo xwe min gavekê mezin avêt. asdfgh> dîsa vegere ya ihsan eliaçik. ez aşiqê dîpnota me. dîpnot dibêje: eshabê kehf (xelkê şikeftê) ne du sê çar pênç kes in, heta ne heft heşt in jî... lê belkî xelkek e. erê xelkek! belkî jî essenî ne! > error! > zewqek ecêb> gûgilandin. > pê li bişkoka lêgerînê de. di sanîyekê de hezaran encam derdikeve lê ez: > ayet tê bîra min. mane: "texmînên bêfeyde neke!" "nekeve şopa hûrgiliyan!" "ya muhîm ew e: îman û kufr dijminên hev in!" >> ez li dîmenderê dinêrim. google keskesor e. hezaran encam li bin hevûdin ji min re dikenin. > xweparastina vekolînê: niha misilman jî dibêjin ew heft kes in! lê belkî jî ne wiha ye! > pê li girêdana ewil bike. > îngilîziya min xayintiyê li min dike. tufî li çavê şeytên. > dergipark.org.tr > essenî > agahiyên dilopî> lê hinin balkêş: lût golu yazmalari. > bixwîne lao bixwîne.> yekî din, yekî din û ê din> agahiyên peydekirinê, sêwirandina herêmê, taybetiyên çerman, mijarên naveroka destnivîsaran> hevokokek: 25ên din bi zimanekî din ê nayê zanîn hatine nivîsîn. > dawiya lîstika jules vernî "xwezî ew kurdî bana". lê qedera xweziya min: bye bye lenin. > lê min "seven samurai" temaşe kir û ji wê rojê vir ve dibêjim ka çi binivîsînim, qala çi binivîsînim.*


[min ê ji bo wîkîpediyayê li ser vê mijarê gotarek binivîsandaya lê ji min nehat :/ balo bila li vir bimîne belkî îlhamê bide keseke din.]



22.11.2020 01:24 ~01:48 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» destnivîsarên gola mirî
» gola ûrmiyeyê
» mirîkar im

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî