Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
alfabeya êzidiyan - tirşik
alfabeya êzidiyan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di pirtûkên wan ên dînî de hatiye bi kar anîn: cilwe, mishefa reş.

min li kû derê xwendiye nayê bîra min, lê ji bo van herfan dibêjin sextekariya oryantalîzmê ye. li her derên dinyayê mînakên van sextekariyê hene. dema ku xelkên derekê dibihîze ku oryantalîst/arkeolog/antropolog/hwd. pere didin miletê bo peydekirina destxet an jî tiştinên "kevn", radibin ew bi xwe çêdikin û pêşkêşî wan dikin, difiroşin. An jî ji ber xwekêmdîtin, ji ber qurretiya serdestiyê ev tişt derdikevin. ev borazboz e çi ye, sextekariyeke pir navdar e. hîn jî gelek kurd hene baweriya xwe pê tînin. heman guman li ser alfabeya masî soratî jî heye ku bi ya gotinan rûpelên ku qala vê alfabeyê dikin, di sedsala 19em de hatiye lê nivîsîn. her wiha kîtabeya vîkîngan a kensingtonê jî heman sextekarî ye. îsal nûçeyeke qala du arkeologên baskî hebû, rabûne bi destên xwe li ser perçeyên kûzan tiştinin xiristiyanî nivîsîne û hatibûn mehkemekirin. bi saya delîlên shinichi fujimurayî pirtûkên dîrokî yên japonan guherîn, lê piştre hatiye fêmkirin ku ev delîlên ji nav axê hatine derxistin sexte ne û ev mêrik jî sextekar e.

her wiha, divê em ji bo îdîaya sextebûna vê alfabeya êzidiyan çavkaniyên objektîf jî binivîsînin lê niha ji min nayê. ha misilman ha êzidî em hemû kurd in û di encamê de me hemû têkildar dike.

di 2018an de serî li unicodê dane ku bo înformatîkê/kombersê were amadekirin. li vê derê hinin agahî û tabloyên herfan hene Here lînkê li rûpela wîkiyê zêdetir pdfhene bo pêşdebirina kodandinê nirxandinên pisporan hene.Here lînkê)



08.11.2020 17:01 ~17:11 | biruya hayao miyazaki

2. Min li ser sosyal medyayê gelek êzîdî dîtine ku dibêjin em ne kurd in. Elîfbêya celadet ji binî ve red dikin û bi îsrar herfên dîtir diemilînin. herwiha ev yek di nav zazayên "ne kurd" de jî dikare were dîtin. Wek mînak zazayên nêzîkî dewleta tirk herfên bi kumik red kirine û “ ı, ğ, ö, ü “ yên Tirkî wergirtine, x, w, î, û, ê yên celadet red kirine. ji bo çavkaniyê dikarin tezên li bingol û Dêrsimê di bin banê beşên ziman û edebiyata zazakî de hatine nivîsandin û bernameyên trt kurdî yên zazakî binêrin.

Dizanim ev behs Refleksa xweparastinê ye û ji aliyê serdestan jî baş tê xebitandin lê xwezî êzîdî jî weke cihûyan kapîtal bûna de ka? cihû ji zimanê hebrew (îbranî) re dibêjin Jewish ango cihûkî lêbelê yên ku hebrew in ango îbranî, xwe qebûl dikin û mîna gêjên me zirtan navêjin xwe. rewşa kurdên êzîdî ên li moskovayê/109427



06.04.2021 05:03 ~2021.04.19 03:27 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» alfabeya kurdî ya ku hemû dengên kurdî dihewîne

Kategoriyên mijarê:: cand oldin teknoloji cand oldin teknoloji cand oldin teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî