1. rêzefîlmeke kurdî ye. |
|
2020.11.03-19:31 ~19:37]|
merwano
![]() |
2. Rêzefîlmek kurdî ye û li ser Youtubê di kanala(bnr: deno) de tê weşan kirin. Pêkenok e ez baş kenîyam * |
|
2020.11.04-17:00 |
demsal
![]() |
3. Beşa 3'emîn derket |
|
2020.11.24-19:23 |
merwano
![]() |
4. Naxwazim li serê zêde xeber bidim lê divê van rexneyên xwe binivîsim. Gelek peyvên tirkî bi kar anîne. Nêzîkî tev daçek û gihanek bi tirkî bûn. Tiştê tê xuya ji ber beşa yekemîn zêde kêfa temaşevanan biriye eynî wê beşekî din jî çêkirine. Ev jî qalîteyê xira kiriye. Ji bilî wê li bin vîdeoyê de agahiyên rêzefîlmê bes bi tirkî hatiye nivîsîn û ev tişt min zahf aciz kir. |
|
2020.11.24-19:33 |
yûsiv
![]() |
5. rêzefîlm an jî rêzeskêçên serkeftî ne. erê belkî ne hêjayî televîzyonê bin, lê belê ji bo youtubê bes û zêde ye jî. wek li jor jî hatiye gotin, tê de peyvên tirkî hinekî zêde ne lê dizanim ku vê yekê hinekî jî bi qestî dikin. ne ku kurdîya wan peyvan nizanin lê him vê yekê komîk dibînin him jî ev yek belkî bihêle ku kesên kurdîya akademîk nizanin jî lê temaşe bikin. |
|
2020.12.12-22:13 ~22:13]|
simurg56
![]() |
6. Bi nêrîna min tiştek baş derxistine holê. Henekên wan di nav hevalan jî belav bûye. Gelek hevalê min dibînim henekên wan bikartînin * |
|
2020.12.12-22:55 |
kajav
![]() |
7. Rêzefîlma ku hîn min darî nekiriye ye. Li vir û twiterê car caran reklama wê derdikeve pêşberî min. Lê nizanim çima bala min nakişîne. Min rexneyên li ser wê jî xwend e û nivîsên tebrîkan jî. Xebatên bi vî rengî heye ku bo civakê baş be. Wer dixuye rêzefîlmek pêkenî ye lewra car caran birayê min lê darî dike û bi dengkî dikene. Her çiqas li wan darî nekim jî serkeftin bo wan. |
|
2020.12.12-23:02 |
tîrêj zana 21
![]() |
8. Rêzefîlma ku gelek baş tê temaşe kirin. Gelek hevalên min ê ji dûrî kurdî peyam ji min re dişînin dibêje tu vê Beşê temaşe kir ka ev beş çiqas xweş bû hwd. Îro hevalekî min ji min re peyam şand û got ez bi malbata xwe re temaşe dikim. Ji bo vê rewşê gelek kêfxweş im. Hêvî dikim bi vê karî gelek pere jî qezenc bikin. Bila bibînin ku êdî kurdî pere dike. |
|
2020.12.12-23:11 |
yûsiv
![]() |
9. Wan rojên han, yekî li ser rêzefîlmên îşev û şekirok rexne kiribû, û di got bêqelîte ne fln mvn. |
|
2020.12.12-23:21 ~23:22]|
merwano
![]() |
10. Navê rêzefîlmekî kurdî ye. Di serî de ji bo ku bi kurdî çêkirine ez wan pîroz dikim lê ez ê wan rexne jî bikim. Di nava çar beşên ewilî de tenê beşa yekem têr û tije hat ji min re, her sêyên din min pir neecibandin. Beşa 5. Jî hîna min temaşe nekiriye. |
|
2020.12.13-00:17 |
xabûrî
![]() |
11. Beşa 5an di 2 rojan de 216.000 caran hatiye seyr kirin. |
|
2020.12.14-20:06 |
cinorek
![]() |
12. rol xweş hatine lîstin ne wek "mala minê" ji rastiyê dûr û vala ye , merov xwe û derdora xwe di henekê wan de dibî ne . |
|
2020.12.14-20:45 |
shwinsherm
![]() |
13. ji sitcomê wêdetir terza wan hebkî dişibe leyla ile mecnun a onur ünlü. heta dikarim bêjim; |
|
2021.01.10-19:12 ~2021.01.11 02:52]|
ezcan
|
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
nûbûnên di tirşikê de [14] |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
xelîl xemgîn [1] |
![]() |
tirşik translate [1] |