Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îşev
peyamên çepikkirî

130754. Deno di emrê xwede ji vê rêzefilmê pêştir tiştek baş nekiriye, filmê wî mîzahek xweş dihewîne, lîstikvan jî ji dil û can rola xwe dileyzin bi taybetî 'idnan favoriye û wî pîçê dibêje şewqiya vêcarê xwe aciske a ew pîç heye ew pîç.. pîçek resen û profesyonele * ji çend kêmasiyên wan yek; wekî ku gotibûn ji rola şewqiyare jinek bidîtina, êdî mîzaha mêrên bi rîh û simbêl û şalpe du balon û du pûrteqala nemaye.. ez ji serê rêzefilmê heta binî ji xeynî finalê têr bi wan keniyam, xwedê jî wan bikenîne. nesansurkirina wî jî min tiştek baş dît jiber jiyana rastî eve em hev ne xapînin û dijûnên kurdî jî mîzahek qirase dihewîne ev rastiyeke, jibû zarokan jî me gotibû jixwe mezin çêra jiwan hîndikin, zarok dema çêra dikin bêhtir şêrîn dibin, jibû mînak merivek me tornê xalê ezîz digot ez di telaqê bavê ezîz nim xalê ezîz jî digo kurê min şika were dîsa bibêje û pê dikeniya ji kena hişk dibû * .. Herwiha hêviya serkeftin û domdarbûnê bikim nekim piştî finalê.. a baş hêviya rêze fîlmên bi teşiyek din dikim seranser kurdewarî, bila meriv nebêje jiber filan fîlmê girtine... Ku herin mijaran jiber filmek jî bigrin ji skec û kurte vidyoyên resûl bafeyî bigrin berfireh bikin.. an ji mijaran pirtir mijar.. 'idnan û baqî abê dibêqey aktorên holywoodêne deno, 'hemeşa şewqiya û kulîlkê jî dibê qey lîstikvanên bolywoodêne * lê tev jî serkeftîne...



27.10.2013 00:18 | endazer

134290. bûye hedefa hevalên pirr demokrat, çepgir, xweragir, entelektuel, azad û serbest!
demekî, gelek komedyenên tirk bi henek û tinazên xwe desthilatdariyê rexne kirin. piştî ku akp bi hêz bû êdî kesî nediwêrî ji hikûmetê re bêje kirt!
hem çepgir û mixalifên tirk hem jî yên kurd heya êvarî lîstîkvan, komedyen û hunermendan rexne dikin û dibêjin hûn ji tirsa qûna xwe newêrîn akpyê rexne bikin!
îcar em dibînin ku kurdên çepgir, komunîst, xwezaperest û nizaçikperest dema bibin desthilatdar dê çi bînin serê însanan.

ev zîhniyet siberoj eger li kurdistanê bibe desthilatdar bi şeref rewşa kurdan dê ji rewşa rûs, kamboçyayî û çînîyîyên ku di bin pergala komunîzmê de bi salan dinaliyan jî xirabtir be.
dema wesn û pesn be; li çepikan didin, dema mîzah be an rexneyeke pirr piçûk be; demildest bi xayîniyê sucdar û tawanbar dikin û diricimînin.

çawa kemalîstên nijadperest û misilmanên akpyî ji bo wan kesên ku ne alîgirên wan in bi tohmeta xayîniyê li wan tên xezebê, kurdên me yên 'heval' jî wisa ne mixabin. divê tu ji serê şefeqê heya nivê şevê pesnê wan bidî.



08.06.2013 14:50 | simurg56