Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê - tirşik
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
(79) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. civîna ku ger tirşikvan beşdar bibin, vê yekşema bê na yekşemek din dê li amedê were lidarxistin. kesên karibin beşdar bibin li vir binivîsin û bo cihê civînê pêşniyariyên wan hebin bi xêra xwe li vir binivîsin. dîrok ne teqez e. ger karê tirşikvana hebe li gor wê kare were pêşxistin an paşxistin. ji bo civînê hêj 2 hefte heye. heya wê demê amadekarî dê werin kirin. min hêvî heye ev civîn bibe weke vê 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê civînê û herkes pê kêfxweş û bextewar bibe.

de ji niha de ser xêrê be û mala hemû tirşikvanên dê beşdar bibin û nebin ava be.



01.11.2020 16:33 | tîrêj zana 21

2. Civîna ku ger li Amedê de bim wê beşdar bibim e.



01.11.2020 19:32 | kajav

3. Dixwazim beşdar bibim lê jiber bi tena serê xwe qet ji bajêr derneketime piçekî ditirsim. * heke nivîskarekî/ê ji Êlihê biçe, ji kerema xwe re bi min re bikeve têkiliyê. An jî heke bi tena serê xwe bihêm divê camêrek min otogarê rahije û bibe. *



01.11.2020 20:01 | yûsiv

4. Civîna ku bo cihê wê hêj pêşniyar nehatine. Bi min cihekî li sûrê gûncaw e. Ji xwe jibilî sûrê nizanim li amedê bigerim:(

Nîşe: @kajav, gelo tê çi wext li amedê bî?
Nîşe2: @ yûsiv, li peyamdanka xwe karî binehêrî?



01.11.2020 21:33 | tîrêj zana 21

5. Ez niha li farqînê me lê dîsa ji bû xatirê tirşikvana ezê çend kîlometre bidim ber xwe bi şertê ger ez ne di bin axê debim ( teqez ezê di ser axêdebim jixwe) ezê beşdar bibim. Lê ger bi ro be, yanî nava rojê be an di se'et 1,2,3,4,5,6 an de be wê ji baştir baştirbe, a ku nebû( ez û şanşê xwe û quncikek tarî ha di cîda di cîda..) heta 10,11' a dikarim bêm bibim şirîkê li darxistina we. mejbûrî ezê xwe ji merivek xwere bikim mêvan *



01.11.2020 22:53 | shorbevan

6. Ger ew civina li ser hesabê instagramê ya tirşikê weke zindî be weşandin pir xweş bibe.



02.11.2020 08:19 | cinorek

7. Civîna ku bi min li xana hesen paşa çê bibe xweştir e. Hem cihek dîrokî û hem çay-qehwa wan xweş e. Demjimêr jî birokî be bi min çêtir e. Lewra êvarî kesên vegerin mala xwe hene.



03.11.2020 20:46 | tîrêj zana 21

8. Min dixwast ez jî karibe tevlî bibim lê mixabin gelekî dûrim.
Piştî qedîya ji kerema xwe re binivîsin. Ka çawa bû, hûn li ser çi axivîn hwd.



04.11.2020 17:27 | demsal

9. Mijara ku divê heta roja civînê rojeva tirşikê de bimîne ye ji ber ku hin nivîskar nû bi nû têketin dikin. Nizanim heta vêga çend kes beşdar bûne lê tiştê tê xuyan 3 4 kes in. Kekê Simurg56 jî kengê ve neketiye tirşikê gelo haya wî ji heye?



06.11.2020 00:44 | yûsiv

10. Civîna Nisêbînê we kengî çêbibe ?



06.11.2020 12:24 | zîzo

11. nizanim ji min û te pê de nisêbînî hene qey *
@apêtorî



06.11.2020 18:48 | merwano

12. Fikrekî xweş e lê ji Mêrdînê çûnûhatin zehmet e. Ez ê bifikirim heta wê çaxê.



06.11.2020 22:12 | xabûrî

13. Civîna ku divê kesên li mêrdînê jî beşdar bibin e. Wer dixuye yên dixwazin beşdar bibin ji mêrdînê gelek in. Heke ji dil bixwazin karin tev li otogarê kom bibin û bi hevre werin amedê. An yeko yeko werin jî me qebûl e. Lê civîn roja yekşemê ye û hêj ne diyar e lê wer dixuye dê demjimêrên birokî be. Bo çûn-hatina tirşikvana hêsantir be. Yanê hama bo çend demjimêra be jî vê roja dîrokî ji destnexin û werin tevlî bibin. Ji navenda mêrdîn 1,5 demjimêr û ji navçeyên wê jî 2 demjimêra filan rê heye. Ji xwe ezê jî demjimarek rê herim bo civînê. Bi min bo civîneke bi vî rengî ya ku çend salê carekî çê dibe 1-2 demjimar ne pir e. De hêj hefteyek heye, lê baş bifikirin.



06.11.2020 23:06 | tîrêj zana 21

14. ger ez tevlî nebim, teqez ez ê piştre poşman bibim :(



07.11.2020 19:16 | merwano

15. Ji bo poşman nebî divê tu tevlî bibî. *



07.11.2020 21:30 | yûsiv

16. Civîna ku hinek tirşikvan dipirsin bê ka tirşikvanên jin jî tevlî dibin yan na? Biryara wan wê li gor bersivê biguhere. *



07.11.2020 22:54 | kajav

17. Civîna ku heya niha tu jinê beşdarbûna xwe destnîşan nekiriye ye. Bi qasî ku zanim li gor kesên li vir nivîsîne, yên jin tune ne. Lê ev civîn bo beşdarbûna hemû tirşikvana vekirî ye.



07.11.2020 23:06 | tîrêj zana 21

18. civîna ku eger xwedê hez bike, ez ê beşdar bibim.
li gorî rewşa min, eger piştî saet 18:00an be, wê çêtir be.
hevalên ku ji derveyî bajêr tên, ez dikarim wan ji otogarê bistînim.
ji bo cî jî, ez hê li amedê nû me û loma zêde cihan nizanim lê cihekî sekan be wê baş e. ji bo ku em bikarin hev û din fêhm bikin.



08.11.2020 21:05 | simurg56

19. Civîna ku ez werim naxwazim nicka xwe eşkere bikim. Hetta ez wisa difikirim ku em hevdu tenê bi navên rasteqînî nas bikin wê baştir be. Gelo hûn çi difikirin di vê mijarê de?



08.11.2020 21:37 ~21:38 | xabûrî

20. civîna ku eşkerekirina nicka beşdarvana ne mecbûrî ye. herkes bi kêfa xwe ye. ger nivîskarek nexwaze navê xwe eşkere bike ne pirsgirêk e. ( ji xwe ezê ji axaftina wan fêm bikim bê kî kîye*) bo demjimara civînê jî ger nava rojê be çêtir e. lewra dormîşên navçe û bajaran heya 19.00eya filan heye. ger civîn bi şev be, kesên ji derûdora hatine dê li amedê bimînin. ger ji nivîskaran re jî gûncaw be, demjimêr 12.00-13.00 filan dê baş be. hem sibehê dê pir zû ranebin û hem jî dê êvarî bi wext bi mal gihên. ji bo cih jî wek hevalan gotî cihekî aram be dê baştir be.



09.11.2020 11:01 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
» civîna moderatoran
» nivîskarên tirşikê yên nisêbînî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî