Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
30.10.2020 erdheja li îzmîrê - tirşik
30.10.2020 erdheja li îzmîrê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li Derya Egeyê di saet 14.59ê de erdhejek çêbû. Meziniya erdhejê 6.6 e. li nav bajarê Îzmirê hinek avahî hilweşîyan e. Heta Stenbolê cihekê gelek mezin girtiye ev erdhej. Tiştên tê xuyan kesên ku mirine jî heye.

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



30.10.2020 15:20 ~15:21 | yûsiv

2. zehf hejîya, min qey got avahî hirşe. derbasî be



30.10.2020 16:29 | doesntmatter

3. Cihên nêzîkî behrê de tsunamî pêkhatîye. Heta niha 4 kes jiyana xwe ji dest daye. Hêvî dikim ku hejmara mirinê ji 4ê derbas neke.



30.10.2020 16:55 | yûsiv

4. piştî erdhêjê li derdora seferîhîsarê ava behrê bû lehî û xwe berda nava bajêr
Here lînkê



30.10.2020 17:19 ~17:28 | merwano

5. Heyf ku erdhejekê biçûk a wek îro dikare mirovan bikuje. Ev hemû nedana qîmet û hêjayê ya ji bo jiyana mirovan e. Binêrin li japonyayê di şîdeta 8an de erdhej diqewimin dîsa jî pozê yekî xwîn nabe. Çi ye ku hemû enerjî, bal û kedên xwe didin, da ku ji bo erdhej û bobaletên din ên xwezayî amade bin û kes neêşe û avahî jî nebin kavil.

Ev ê ha şarezayîbûn e!



30.10.2020 18:17 | xelîl

6. Erdheja ku bûye sedema her kesek di çîroka xwe ya watsap û înstagramê de " geçmiş olsun izmir"(derbasî be îzmîr) binivîse. Yê nizanibe dê bêje temamê îzmîr li çîrokên van mirovan dinehêrin û dibînin, lê ya rast ji çend kesên meriv û hevalên wan yê ji kurdistanê pêve kesek nabîne. Ger hûn bêjin " çi pê hatiye yanê bila sersaxiyê li wan bide" ezê jî bêjim "nexwe dema erdhej li çi devera gerdûnê çêbû bila heman tiştî bikin"

Di eslê xwe de sedema vê yekê xwe kêmdîtin û hesibandina ji tirkiyê ye. Wekî din jî popûlîzm e. Lewra dibînim kesên ku nivîsîn û xwendina wan tune jî gotinan parve dikin. Lê ji aliyê din ve hêla tirk kurdistanê tune dihesibînin û parçeyek ji axa tirkiyê dibînin jî dîsa dema bobaletek li serê kurda tê kêfxweş dibin. Ev yek xwe di erdheja wanê de jî berbiçav kir. Heya ku yên keviran xistibûn hundirê qutiyan û weke alîkarî ji wanê re şandibûn. Di qutiyê de ev nîşe hebû " wan kevirên we diavêtin polêsa niha jî bixwin û hêviyê ji vê dewletê mekin!" Heman rewş di erdheja xarpêtê de jî derket holê. Roja erdhej çêbibû di googleyê de herî pir gotina " elazığ kürt mü" ( xarpêt kurd e) hatibû lêgerîn.

Lê tu carî em nabin weke wan û bi mirina kesên bêsûc kêfxweş nabin. Heçiyê rehmet kirine, ruhê wan şad be û yên mayî serê wan sax be! Derbasî be!



30.10.2020 23:14 | tîrêj zana 21

7. Erdheja ku li vê serdemê û sedsalê tenê di şert û mercên dewleta tirkiyê de dikare bibe sedema mirina xelkê. Sersaxî bo qurbaniya; lanet li serkirdeyên wê dewletê!



05.11.2020 19:48 | lawkegoyi

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 30.10.2020 erdheja li îzmîrê
» erdheja licêyê 1975

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî