Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 16 peyam
hinek henek - tirşik
hinek henek
(16) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bernameya şanoyê. Ewil di stêrk tv de 13ê cotmehê hat weşandin. Li gorî ku ji hesabê wan yê twittirê hatiye ragihandin, ji îro pê wê li ser Youtubeê di qenala pel film ê de jî bê weşandin.

Pîroz be, berdewam be *
Here lînkê



15.10.2020 10:54 | merwano

2. ya bi xêr, wisa tê bîramin ev 2 sal berê jî hebû hema yê vê carê xweştir be.



15.10.2020 15:21 ~15:21 | doesntmatter

3. formata bernameyê dişîbe çok guzel hareketler a yilo. bila hindik be lê bila xweş be.

(bnr: kenê reş)



15.10.2020 21:46 ~2020.11.26 17:10 | ezcan

4. Baş e. lîstikvan baş in. lê senaryo û henekên wan hinek qels e. zêde ne komîk e .û efekta kenê heye. lê ew jî çi bikin temaşevanê wan tune bawerke xwezî heba.



16.10.2020 19:58 | xwelî li ser

5. pel film her ku diçe xebatên cûrbecûr û baştîr çêdike.
Ez bawerim ew ên di demek nêz de fîlmên pir xweş jî çêkin.



16.10.2020 21:20 | cinorek

6. Baş e, xebatên Kurdî bila li hemî qada jiyanê de hebin. Henekên wan qels bûn Lê hêvî û bawer dikim dê pêşerojê de baştir bibin. serkewtiş wazena



17.10.2020 18:41 | kajav

7. bernameyeke henekan e li ser Stêrk TV'yê beşa ewil hate weşandin. wek li jor jî hatî gotin kadroya wê baş e, lê senaryo hineki qels bû. jixwe di dawiya bernameyê de pêşkêşvan got hûn dikarin skecan ji bo me bişînin. yên bixwazin û henekên baş li cem wan heyî bila xwe bigihînin wan. Helbet divê mirov malavayiyê li pel filmê bike.



22.10.2020 21:00 | xendekî

8. çend lîstikvanên wê berê di şanoya bajêr ya amedê de dilîstin. ji loma lîstikvaniya wan serkeftî bû lê ji bo naverok û kalîteya henekên wan nikarim heman tiştî bêjim. tenê ji bo piştgiriyê û ji bo dewama wê were min li ser youtubeê heta dawiyê temaşe kir û eciband.

yek jî lîstikvan zêde bi dengê bilind û bi kirp diaxivin, evê yekê ne tenê di vê bernameyê de di gelek şanoyên din yên kurdî de jî lê rast hatime. ya rastî kurd bi giştî dema bi kurdî diaxivin bi dengê bilind diaxivin nizanim ev yek karaktereke fonolojiya kurdî ye an kurd hîn hînî jiyana bajêr nebûne.

û piraniya naveroka tiştên bi kurdî ji gazinan pêk tê. mesele diçe û tê û li dor pirsên kurd çima guh nadin zimanê xwe? dewlet çima zilmê li kurdan dike? kurd çima nabin yek? vedigere. yên tiştên bi kurdî temaşe dikin ji xwe bersiva van pirsan zanin hewce nake kurd bi kurdî propagandaya kurdîtiyê bikin. yên tiştên bi kurdî berhem tînin divê vê rastiyê bidin ber çav, dev ji ajîtasyon û edebiyata mexdûrîyetê berdin çendîn eger mexdûriyet hebe jî li ser temayên civaka kurd ya kurdîaxêv bisekinin, behsa tiştên ji rêzê bikin.



26.10.2020 13:49 | endazer

9. pir peyvên tirkî bi kar tînin yaw. çi qas bibêjim ji bo kurdî karekî baş dikin jî dema ez dibihîzim aciz dibim. min darî beşa yekem kir tenê skêca yekem ya bi navê banka û ziman xweş bû, yên din ji awirê henekan ve qels bûn.



26.10.2020 18:29 | keyomerd

10. Henekên wan hinek qels in lê di destpêkê de ne ez hêvî dikim wê di beşên nû de baştir û serkeftî bibin. Ez ji bo alîkarî bi sê hesaban aboneyê wan bûme û diçim û têm temaşevantiya wan dikim. *



27.10.2020 02:23 | kajav

11. beşa 3yan li gorî beşên berê xurtir bû. Siheta wan xweş be.



02.11.2020 02:41 | ezcan

12. bernameya heneka ya ku jı bo skeça 'çayxaneya îbo' temaşe dikim. di skeçê de serleheng 'apê şêro' rola xwe bi pisporî dileyize. mijara skeçê jî tim têr û tije ye. dema li apê şêro temaşe dikim wekî ku ez li çayxaneyeke li sûka me û li zilamekî nas guhdar dikim, hest dikim. bername gelekî serkeftî ye. hêvîdarim hêj bêhtir xwe pêşde bibin û berdewam be.




;t=605s










;t=23s



29.11.2020 19:05 | tîrêj zana 21

13. Bernama li Amedê tê amedekirin li Mala Şanoya Amedê. Her çiqasî bitijbehe bernama Guldur Guldur jî ji bo Şanoya Kurdî li ser TV yan pêşkeşî gel bibe xebatek yekem û li gorî destpêkê pir SERKEFTÎ ne. Ger ev demên pandemî bi qedin, êdî emê jî karibin beşdarî wan bibin wekî temeşavanan.



30.11.2020 00:40 | zîzo

14. Beşa xwe ya dehemîn weşandiye. Di vê beşê de skeca çayxanaye îbo jî heye.





20.12.2020 22:31 | tîrêj zana 21

15. Bernameya ko vê talîyê, li ser skêca Kûrdî hatîye çêkirin. Bi tevlî şanoger û temaşevanên xwe gelekî serkeftîye. Gava ko meriv lê dineri, hem sebra xwe lê tîni hem jî pê re serê xwe bilin diki. Bi rastî, hêla Kûrmanca bi demeke dirêj huner bi tenê ji alîyê musiqa xwe gelekî pêş xistibû lê vêga em dibînin şanoya Kurdî û Cinema Kurdî jî pejna didin. Hêvî dikim ev xebatên wûlo pîroz zêde bibin



21.12.2020 15:33 | pîroz

16. Tîma hinek henekê ji alîyê şanoyê ve pir serkeftî ye lê alîyên skêc û hunerên ber tvyê an jî youtubeê ne ew qasî serkeftî ne, lê karekî têra keda xwe dikin, gelek kes dikare ji wan ra skêcên xwe bişîne, ev tişteke hevpar e, kerem bikin hûn jî jê nemînin.



21.12.2020 18:51 | xwebixwe

17. ji hêla ziman ve karekî pir baş e. gelê me ji dewla ku şano û bernameyên xelkê ku ti elaqa kurda bi wan re nîn e mêyzene, bira yên bi zimanê xwe temeaşe bikin çêtir e. lê xwezika li ser tv jî hebûya, bi wî şiklî wê bêhtir hatiba sêrkirin.



21.12.2020 19:39 | hueyn

18. Karekî baş dikin lê ji ber ku di çend beşên ewil de min Yavuz Akkuzu nedît (niha nizanim bê dilîze an na), min dev ji temaşekirina wê berda. Ne ku keda yên mayî bêqîmet dikim, mesela Özcan Ateş, Özkan Şeker lîstikvanên pir serketî ne. Lê birêz Yavuz favoriyê min ê heta hetayê ye.



22.12.2020 12:31 | stembar

19. Ez li ber çend skêcên wan mam. Min giştî eciband karek baş dikin. Pêwîstîya me bi ken heye. Destên wan sax be *



22.12.2020 16:14 | demsal

dengdanên dawîn (yên din..)
xelîl [1]
Mîrê fîlma ye. Gelekî meraq dikim ew fîlmên kurdî ji ku dibîne û çawa ...
botan times [1]
Rojnameyeke efsane ye. Lê Bi çûna roşan lezgîn tu dibêjî qey vikîvala ...
metrobus [1]
otobusên ku rêwiyên ku rûniştine qet peya nabin. ew jî li ser van otob...
nifûsa kurdan [1]
@çaya germ di hesabê te de pir şaşî hene. Hesabkirina nifû...
soranîkirina kurmanciyê [4]
li ser pêşeroja zimanê kurdî de mijareke girîng e. ez ne zimanzan im ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hinekirina porê
» henekên xwelîsero

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî