Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zeriyên şeşdara - tirşik
zeriyên şeşdara

Navê mijarê ya ewil ev bû:zeriyên şeşdara
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Strana mehmûd berazî ye(mûzîk).
Gotin: hacî mûsa

--- Gotinên Stranê ---
Dîsa wa teresan
Bêjiya, girtin ser çiya
‏H’îzê Misto Kemal
‏Nûtik nûtik nûtik …
‏Çav nûtik berdane Batîfa
‏Tirko Tirko Tirko
‏Çiwrîko, şirro, bêbexto
‏Li bîra te nayê
‏Kazkaza te li şerê Zapê
‏Hefte hefte hefte …
‏Heftenîn e, kuro Heftenîn e


‏Dîsa van zeriyan
‏Mêlak pola, şahên çiyan
‏Bi modaliya sor in
‏Yeman yeman yeman
‏Anîn yemana Romiyan
‏Tola sê qumriyan
‏Bi qirra yuzbaşiyan
‏Naşke kerba zeriyan
‏Welleh billeh û tilleh
‏Sed tola van zeriyan
‏Tu li va esmeran û van kejan
‏Li Dêra Şîşê li meydanê
‏Danê danê danê
‏Dest avêtin şeşxanê
‏Kelax hiştin li meydanê
‏Zîna şûtik ji çoxê
‏Lûla ji zîvê rakir
‏Zîna şûtik ji çoxê
‏Lûla ji zîvê rakir
‏Rakir rakir rakir
‏Kelha neyar xera kir
‏Bû revreva vî dizî
‏Çoga xayin lerizî
‏Rizî rizî rizî
‏Qesra Enqerê rizî
‏Parêzvana her cara
‏Li Pîrbila û Şeşdara
‏Anî anî anî
‏Anî qirra talankara
Hefte hefte hefte …
‏Heftenîn e, kuro Heftenîn e






14.10.2020 09:32 ~09:34 | merwano

2. stran nîn e îskence ye !



14.10.2020 18:48 | bûtîmar

3. navê strana nû ya hunergeha welêt e ku dîsa keda mehmûd berazî jî tê de heye. ji loma çawa hate weşandin min bi kelecanî guhê xwe dayê. straneke xweş e lê mixabin nagihêje stranên wan ên wek "tîna çiya, şervano, edlayê, nazê nêrgiza hewşê..." terza awazê û xemla stranbêjî û yên din dişibe xemla strana "nazê nêrgîza hewşê". gotinên stranê mixabin ne xweş in, hew bi kafiyeyan li hev anîne. zeriyên rabûne govendê jî nizanim çima heta mûzîk diqede timî bê mana dibişirin *



15.10.2020 19:47 | xeyda

4. Mehmûd Berazî di vê stranê de ketiye nav loopê û xwe dubare kiriye. newaya stranê hema bêje wekê strana wî ya berê ya bi navê nazê nêrgiza hewşê ye. lê di vir de mûzîk, bêtir jî dengê kemançê serê mirov diêşîne. Nazê nêrgiza hewşê belkî bi dehan caran ser hev min guhdar kiriye û pê aciz nebûme, lê min nekarî cara duyê vê stranê guhdar bikim.
gotinên stranê bi min zêde tewş bêwate û şoven hatin. rasterast navê miletekî bi dijminî hildane. ev yek ji xwe ne rast e û bi ser de jî ji bo tevgereke ku biratiya gelan û pêkvejiyanê dixwaze eger ne nakokiyek be, nezaniyek e.
û pesndana şerê bi şêwe û teknîkên berê ku êdî pere nake û ferqa wê û xwekujiyê nîne, bi min wekî romantîzmeke erzan û dûrketina ji rastiyan hat.



17.10.2020 21:41 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zeriyên şeşdara

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî