Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
guftûgoyên di navbera tirşikvan û kurdên tirkîaxiv de - tirşik
guftûgoyên di navbera tirşikvan û kurdên tirkîaxiv de
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Guftûgo an diyalogên tewş yê di navbera tirşikvan û kurdên tirkîaxiv de derbas bûne ne. Heye ku heçî tirşikvanê buyerên bi vî rengî hatine serê wan li vê derê tomar bikin, da ku rewşa netewa kurd li bakurê kurdistanê berbiçav bibe. Di serî de ezê destpê bikim lewra pir caran heman axaftin derbas dibe.

Ez: roja we bixêr.
Xwudiyê malê: hoşgeldiniz.
Ez: ez bo cêyrana kombiyê hatim. Gelo hundir musaît e?
Xwudiyê malê: evet evet, müsait buyrun geçin.
Ez: ka mûtfaxa we li kîjan alî ye?
X.m: şu tarafta
Ez: (dixebitim)
X.w: sen türkçe bilmiyor musun?
Ez: belê zanim
X.w: neden o zaman konuşmuyorsun?
Ez:(dixebitim) ji ber ku ez kurd im.
Xw: ne alaka bende kürdüm ama türkçe konuşuyorum.
Ez: êêê wa tu bi devê xwe dibêjî ez jî kurd im lê bi tirkî diaxivim. Heke em bi tirkî biaxivin vêca kurdîtiya me li ku ma?
Xw: na ez jî kürtçe zanim ama em mecbûr türkçe jî zanibin.
Ez: raste bi tirkî jî zanibe lê bi miletê xwe re kurdî biaxive. Tu li yekî tirk rast hatî tê bi tirkî biaxivî.
Xw: doğrudur ama ne bileyim, bep türkçe konuşuyoruz.
Ez: karê we temam e. Ser xêrê be. Bi xatirê we.



12.10.2020 22:18 | tîrêj zana 21

2. mixabin beriya ku zimanê kurdî bihele û ji nav biçe kurd, dihelin û ji nav diçin. Demografî û sosyolojiya bakurê kurdistanê her diçe xira dibe û kurd şûna ku entegreyî sedsala 21an bibin, dibin tirkên dêûbavkurd. bi min zimanê neteweyekê paşê jî dikare were temîrkirin lê esl û fesla netewan têk biçe êdî veger ne pêkan e.

loma ez wer difikirim projeyên sosyolojîk û îqtîsadî lazim in ku kurd, zimanê dayikê nekin fetîş û bi saya wan projeyan ve jî dê kurdayetiya me her zindî bimîne.

mebesta min ne ji bîr kirina zimanê kurdî ye, enerjî û îmkanên ciwanên vê çaxê ji ber nezaniya ziman tune dibe û dibin berfînsû û egîdcanên tirkofrankeştayn. gava ku meriv ji wan dipirse çima hînî kurdî nabî, dibêje kesî hîn nekir û îhtiyaca min jî pê tuneye.

hêrs nebin lê mafdar in ev ciwanikên me. roj bi roj ihtiyaca me bi zimanê kurdî kêmtir dibe û bi hashtagên Twitterê jî ev kar naçe serî.

herge beriya bîst salan bûya min nedikarî bêjim ziman ne elzem e, lê îro dikarim çumkî kurd bi çi zimanî be jî dikarin bi saya înternetê têkilî bi hev re deynin û fikr û ramanên hev bizanin (bnr: tirsik.net)

fikra we gelek meraq dikim, hûn çi dibêjin?



13.10.2020 01:07 | tizbîkêş

3. Belê rast e. Min jî ji hevalek xwe ya zazakîzan re carekê gotibû "çiqas baş, hûn ne li welatê xwe ye lê zimanê dayika xwe zanin" û wê jî vegerandibû "xwezî me nizanîbûya, ka çi kara wê ji me re heye!" Ez şaş mabûm. Û gelekî qehirîbûm ku çima weha gotibû. Lê dema li ser piçekî hûr bûm min nihêrt bi rastî jî weha ye. Ji ber ku zimanê serdestan (tirkî û îngilîzî) behtir kêrî mirov tê. Yanê derfetên kar û baran zêdetir dibe. bi rastî jî heta niha min nedîtiye ku yekê an yekî ji ber zanîna kurdî karek an pereyek bi dest xistiye.

Lê ji aliyê din ji xwe girseyek mezin weha difikire û lewma hebûna kurdî bi xetereyek mezin re rû bi rû maye. Ji ber wê nifşên nû jî sosretên ecêb dijîn. Wan rojana ez pêrgî hevalek kurd lê kurdînezan hatim, wî digot ku "gotinek bavê min heye her cara ku tê bîra min ez pê gelek diêşim. Dibêje, me nifşek weha mezin kir ku dê û bavê min tirkî nizane zarokê min jî kurdî nizane."

Ezê gotina xwe mîna hercar û bi mafdarî û sedema hemû pirsgirêkan bînim ser "bêdewletî" yê. Yanê ne vir de û ne jî wê de hemû sedem ev e û derman jî di vir de veşartiye.

Ya dawî, niha dibe ku ez romantîk difikirim. Tişta bihêz ku min bi kurdî ve girê dide gotinek Mehmed Ûzûn e ku gotibû "nivîsandina kurdî ji bo min meseleya rûmetê ye. Belê dibe ku niha bi zamnek din binivîsim û navdartir bim. Lê na, ezê ji bo rûmeta xwe û gelê xwe bi zimanê dayika xwe binivîsim."



13.10.2020 09:57 | rizgarm

4. kurdî zimanek wisa ye ku piştê hînbûna nivîsa vî axaftin xweştir dibe. herge kurd nivîsa kurdî bizanibîya yê gişka zimanê xwe xeberda. hema mixabin ziman wek mîna dîrokê herge ney nivîsê nay axaftin jî.
mînaka nivîskara vê me nîşan dide.



13.10.2020 19:58 | doesntmatter

5. Pirsgrêka herî mezin xwebûn e. Tenê ne welatê kurdan kesayeta kurdan jî perçe bûye. kurd ji zimanê xwe şerm dike. Ji çand û hunera xwe.. ji cil û bergên xwe.. Ev xwesteka dewletê bû, bi serkeftî encam Dane. Kurd xwe piçûk dibîne. Ji hebûna xwe şerm dike.. bi fikra min xilasiya me tenê azadî ye. Pêşî azadiya aborî. Di turikê Ciwanên kurd de gere pere hebe. Bi wan peran xwe perwerde bike. Xwe Fêrî zimanê xwe bike, dîroka hîn bibe, 4-5 zimanan zanî be. Yanê gere zana be. Em bi van tiştan xwe dikarin kompleksa piçûkdîtinê xilas bikin.



13.10.2020 22:35 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» guftûgoyên di navbera tirşikvan û kurdên tirkîaxiv de
» navbera min û xwudê ma bostek
» tirşikvanên 16 salî
» kurdên ku ji wan ku hemû dinya bi tirkî dizanin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî