1. Guftûgo an diyalogên tewş yê di navbera tirşikvan û kurdên tirkîaxiv de derbas bûne ne. Heye ku heçî tirşikvanê buyerên bi vî rengî hatine serê wan li vê derê tomar bikin, da ku rewşa netewa kurd li bakurê kurdistanê berbiçav bibe. Di serî de ezê destpê bikim lewra pir caran heman axaftin derbas dibe. |
|
12.10.2020 22:18 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. mixabin beriya ku zimanê kurdî bihele û ji nav biçe kurd, dihelin û ji nav diçin. Demografî û sosyolojiya bakurê kurdistanê her diçe xira dibe û kurd şûna ku entegreyî sedsala 21an bibin, dibin tirkên dêûbavkurd. bi min zimanê neteweyekê paşê jî dikare were temîrkirin lê esl û fesla netewan têk biçe êdî veger ne pêkan e. |
|
13.10.2020 01:07 |
tizbîkêş
![]() |
3. Belê rast e. Min jî ji hevalek xwe ya zazakîzan re carekê gotibû "çiqas baş, hûn ne li welatê xwe ye lê zimanê dayika xwe zanin" û wê jî vegerandibû "xwezî me nizanîbûya, ka çi kara wê ji me re heye!" Ez şaş mabûm. Û gelekî qehirîbûm ku çima weha gotibû. Lê dema li ser piçekî hûr bûm min nihêrt bi rastî jî weha ye. Ji ber ku zimanê serdestan (tirkî û îngilîzî) behtir kêrî mirov tê. Yanê derfetên kar û baran zêdetir dibe. bi rastî jî heta niha min nedîtiye ku yekê an yekî ji ber zanîna kurdî karek an pereyek bi dest xistiye. |
|
13.10.2020 09:57 |
rizgarm
![]() |
4. kurdî zimanek wisa ye ku piştê hînbûna nivîsa vî axaftin xweştir dibe. herge kurd nivîsa kurdî bizanibîya yê gişka zimanê xwe xeberda. hema mixabin ziman wek mîna dîrokê herge ney nivîsê nay axaftin jî. |
|
13.10.2020 19:58 |
doesntmatter
![]() |
5. Pirsgrêka herî mezin xwebûn e. Tenê ne welatê kurdan kesayeta kurdan jî perçe bûye. kurd ji zimanê xwe şerm dike. Ji çand û hunera xwe.. ji cil û bergên xwe.. Ev xwesteka dewletê bû, bi serkeftî encam Dane. Kurd xwe piçûk dibîne. Ji hebûna xwe şerm dike.. bi fikra min xilasiya me tenê azadî ye. Pêşî azadiya aborî. Di turikê Ciwanên kurd de gere pere hebe. Bi wan peran xwe perwerde bike. Xwe Fêrî zimanê xwe bike, dîroka hîn bibe, 4-5 zimanan zanî be. Yanê gere zana be. Em bi van tiştan xwe dikarin kompleksa piçûkdîtinê xilas bikin. |
|
13.10.2020 22:35 |
kajav
![]() |
![]() |
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk [1] |
![]() |
biwêj [1] |
![]() |
kadiz [5] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |