Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
kurmanciya berfêratî - tirşik
kurmanciya berfêratî
(19) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. Devoka ku li efrîn, hatay, semsûr, meletî, xarpêt, erzingan, sewas, mereş, qeyserî, dêrsim, qonya, qîrşahr, tokat, çorum û gellek deverên anatolya navîn te axaftin e.
bi rastî navê wê devokê kurmanciya rojava ye.
lê gava em dibêjin kurmanciya rojava ew weke kurmanciya rojavayê kurdistanê te fehm kirin.



12.10.2020 13:31 | cinorek

2. Hevalekê mereşî li ser rupela xwe parve kiriye:
Gundí hono gunde ke ya. Ekí tari, kasí ne ya. Warin ku am dilé havdu méshínin. La sunge mirine he ya.
Gotinên ji stranekê ye.



22.11.2020 16:44 ~16:44 | cinorek

3. Évoro wa ba xér, marinó. Bír makin: Kilóré xa buxin ú cóye xa vaxin

Kilór: xwarineka mereş, meletî Û xarpêtê ye.
nanê sêlê ya bi pênir te çêkirin e.



10.12.2020 10:09 ~10:12 | cinorek

4. Gellek caran raweya hekanî ya tirkî (-se, -sa) te bikar anin.

Minak:
1.
kurmanciya berfêratî: memko hate malse, jê re bibê ku bila min bibine.
Kurmanciya standard: ger memko were malê jê re bêje ku bila min bibine.
2.
Kurmanciya berfêratî: here bifikirê ka memko hatiye. hatiyese bila zû ware wira.
Kurmanciya standard: here binêre ka memko hatiye. Ger ew hatiye bila zû were vir.
3.
Kurmanciya berfêratî: vîrûsa koronayê başbûse em ê dahata memkoyê xwa bikin.
Kurmanciya standard: ger vîrûsa koronayê xilas bibe em ê daweta memkoyê xwe bikin.


****
Ew Ne weke tirkmanciya salên dawî ye. kurmancên berfêratî ji berê we bi wê şeklê diaxivin. Min carekê dit murat karayılan jî werg diaxive



22.12.2020 18:26 ~18:27 | cinorek

5. kî vê devoka dizane ? ez mamosteke lêgerim.



10.12.2021 17:11 | xirto

6. Kurmanciya Hevala min a hewagî ye . Gava ew diaxive nikarim dev ji bişirînê berdim , devokek şêrîn e.



13.01.2023 14:23 ~14:23 | navîgiranmezelîwêran

7. Em dikarin vê devoka bi 2 parvekirin :

Berfiratîya Bakûr: Maroş (Maraş), Erxevan (Arguvan), Erebgir/Arabkîr, Baskîl, Keban, Sarîz, Kûrecux/Kurecik

Berfiratîya Başûr: Semsûr, Malatî, Antaw (Dîlok), Kilîs, Çiyaye Kurmenc, Efrîn, Halaw (Heleb), beşa bakûr-rojava ya Riha.



19.10.2023 20:08 | ardlarzî

8. - Li ber gerîn: lavayî kirin, -yalvarmak-.
"Ez çûme mala hesenê tirkê. ez li ber gerim, min got hesen qurban meke, tu mezînê dihê yî. bilaşê zariyên cêwîd mebe. Ewên îşnî bikin. Dihê li hew keve."

- Li ber xwe dan: micadele kirin, tekoşîn kirin.
"hebekê din li ber xwe bide. Hindik ma tû yê înşalla doxtoriyê qezenc bikî"

- li ber xwe ketin: xemgîn bûn, poşmam bûn.
"Çaxa lavkê cewîd le rûyê hesenê tirkê de têt ket lingê xwe firî, hesen pir li ber xwe ket. Çend royan nan nexwar."



17.12.2023 08:12 ~08:13 | cinorek

9. ez ji sêwas ê (gurîn) me û zimanê zikmakî ye.

https://resimlink.com/x1ZXv
https://resimlink.com/ZcMKwpVkS62



17.12.2023 20:30 ~2023.12.18 20:05 | wulfila

10. Li gellek deverên kurmanciya berfêratî ji bo peyva alîkarî, peyva yardim/yordim te bikar anîn.
Hinek qelfên xwe dikin, dibên ew tirkmancî ye. Lê ne wisa ye.
Peyva yardim jî bi eslê xwe proto-îranî ye. Yanê kurdî ye. Ne tenê kurmancên berfêratî, li rojhilatê kurdên hewramî jî wê peyvê bikar tînin.



04.01.2024 18:30 | cinorek

11. min pir caran bihîstiye kurmancên me ên berfêratî li şûna ‘ji kû’ dibêjin ‘le kû’.

mînak:

memkê çelebî: ew çiye? tu le kû tey heyder?

heyderê şinnê: le bajêr têm. qalêsêra motorê firrî bû, min çû ew tomîr kir.

(*)qalêsêr: peydok, römork, motor: traktor

min berê zen dikir ew tenê şaşiyeka kêm zanibûna kurdî ye. lê paşê min dît ku di hinek devokêk kurdiya başûrî jî mina lekî û feylî jî ew werg e. ew jî li şûna ji ku dibêjin ‘le kôy’.



07.02.2024 05:38 ~10:01 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmanciya farqîniyan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar zimandijun zimanbiwej cihuwar zimandijun zimanbiwej cihuwar zimandijun zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî