Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mevlut oguz - tirşik
mevlut oguz
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji pêşkêşvanê podcast kurdî ye. Xwedê dengekî delal û spehî daye wî. Mirov deh saet guhdarî vî dengî bike jî aciz nabe *



13.09.2020 20:46 | kajav

2. yekî overrated e.



14.09.2020 15:57 ~15:57 | ezcan

3. yek ji nivîskarên tirşikê ye.
ez doh di yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê de rastê axaftina wî camêrê hatim.
civîn giştkî xweş bû. bi taybetî gotinên mevlut pir kêfa min jê hat.

dengê wî çend caran hat birî. ez bawerim hinek beşdarwanan baş fehm nekir. lowma ez dixwazim hinek gotinên wî li wir binivisim:

1. Giringiya tirşikê ji bo lekolina bi zimanê kurdî her ku diçe zêde dibe. gava tiştekê di sepanên lêgerinê de (mina googleê) digerî gellek caran tenê rûpelên tirşikê derdikevin. ew dewlemendiya tirşikê ye.

2. di destpêka civînê de hinek axaftvanên mina mîr xosrew, tirşik weke 'ekşisozluka kurdan' dan nasîn. mevlut di axaftina xwe de ew jî rexne kir. got ji bo tirşikê Gotina eksisozluka kurdan gotineka xelet e. Ne dive em wisa tirşikê bidin nasin.

3. hinek axaftvanan behsa gûhertina navê tirşikê kiribûn. disa mevlut li ser wê meseleyê tiştek baş got. tirşik êdî bi navê xwe gihiştiye asteka giring. nav gûhertin her tiştê ji wedigerine destpêkê.dive em Ji guhertina navê tirşikê zêdetir bi pêşxistina dewlemendiya mijarên tijî bin baştir e.

***
min jî dixwast biaxivim. lê nebû. jiber ku li cem min pir direng bû xewa min dihat ez zêde nesekinim. carek dî saeta civînê hinekê zûdtir bibe baş be.



03.05.2021 06:48 ~06:52 | cinorek

4. Rojnamevanê bi beşdarbûna xwe civîna tirşikvanan ya li space ê geştir kiribû. Belkî di podcastekî xwe de qala tirşik netê jî bike *
Edit: Dûre hate bîra min di podcasta ferhengên kurdî de cîh dabû tirşik netê



05.05.2021 18:21 ~19:40 | biaqila malê

5. nizanim qopiyên xwe çêkiriye yan cêwiyên wî hene, mere dikare li stenbolê di heman demê de li çend cihan wî peyda bike. xwe ji tiştekê kêm nahêle mîrat.



07.04.2022 13:59 ~20:59 | tizbîkêş

6. Ji zû de ye Ketiye nav Sosyeteya kurdan.

Rojek li salona qraliyeta swêdê axaftina firat cewerî dişopîne, rojeke din tu dimeyzînî li merasîma vekirinê ya weşanxaneya avestayê li stenbolê ye. Bravo! Karên bijarte û payebilind ên kurdan ên navdar û zengîn dişopîne. Zahv sosyal e.



07.04.2022 14:39 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mevlut oguz

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn tv sinemalstkvn tv sinemalstkvn tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî