Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
terqîn - tirşik
terqîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lava ya ku li ser mezela gava mirî dixin bin érdê tê xwandin..
li gor çandê jî tê guhertin
helbet hinek di dû xistina bin érdêt dixwînin.

di strana hoy cîranê de hisênê omerî wilo dibêje,
ser terqîn û qura'nê emman emman cîranê..

(tenê çanda kurda ye an a misilmaniyê ye nizanim dibe ku êzdî jî li ser miryê xwe terqînê bixwînin..)

gava min li hoy cîranê guhdar dikir min terqînê bihîst min jî ku qey çêl tewratê dike tedî navê tewratê bi xwe tora ye min jî li gor hişê xwe got, bêguman kurd jî ji tewratê dibêjin terqîn...

min gote ca xwe çi ye ev terqîn tewrat e?
-go na terqîn berê li ser mirya dihat xwendin..


îja min go ka li ferhenga binerim gişa nivîsî ye
rewşa ji hev dûr ketinê , cihê(cuda) bûn ..
gelî hevalên hêja ew teriqîn e ...
teriqîn cihê terqîn cihê ye
di dexlê we de me we vê referansa ji ku peyde kir?



30.08.2020 07:12 ~07:15 | shwinsherm

2. telkîn, telkin a tirkî
Merasîma xatirxwastin a ji mirî ye ku gava binerdkirinê duayên li ser mezêl, gorê têt xwendin.
Li gorî rîwayetan berî mirinê hz. Alî bangî lawên xwe hz. Hûsen û hz.hesen kiriye. Gotiye ku piştî mirina min, yekî rûnepenî, rûnexûyayî dê were cenazeyê min bibe. Ez dixwazim hûn tiştekî mekin, dû wî mezê mekin, xwe nêzik mekin, bila cenazeya min bibe û here.
Gava hz. Alî miriye, yekî rû nexûyayî tê û cenazeyê dibe. Lê lawên wî nikarin xwe bigirin. Rêya wî dibirin da ku binêrin ewî ya hatî kî ye. Di vê navê de, Rûyê wî mêze dikin dibînin ku ewî ya ku hatî bavê xwe hz. Alî ye.
Hz. Alî ji lawên xwe dibêje we çima gotina min nekir û piştrê teme,şîretan dide lawên xwe. Telkîn ji wir tê. Telkînê ne ji bo zindiyan re têt kirin. Armanca telkin ev e ku merivên zindî çewtiyên xwe rast bikin, ji bo jiyanek hin baştir bîjin.
Ji ber vê yeke di baweriya raa haqî/riyê heqî ango elewitiya dersîmê de wexta ku cenazeyê dibin goristinê di nivî rê de cenazeyê datînin erdê û mile duayan dixwinî, telkîn hingê destpêdike û heta binerdkirinê dewam dike.
Armanca telkînê pê hesandina tekiliya xwêde û însan e ku meriv divetiyên baweriya xwe bînê şûne.



31.08.2020 22:21 ~22:23 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» terqîn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî