Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
sebeba nefret kirina ji amedê - tirşik
sebeba nefret kirina ji amedê
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bo kurdan û ji bo tirkan ew sebeb cûda ye.
Tirk ji wê bajarê heznakin jiber ku ew paytexta bakûr e.
Herwiha gellek kesên kurdewar jî ji wê bajarê heznakin ji ber ku gelê wê bajarê pir asîmile bûye.
(bnr: tirkiya amedê)



18.08.2020 07:51 ~10:35 | cinorek

2. Paytexta Kurdistaneye lewma.



18.08.2020 09:20 | hector

3. divê mirov kêjan zimanê xeberde gerek xweş xeberde. alî kurdîyê jî alî tirkîyê jî zimanê amedê mixabin zehf xirabe.
dibên kurdîya serhedê tev bûye tirkmancî rast e zehf peyvên tirkî ketîye nav zimanê serhedê hema gelên serhedê hay jê vê pirsgirekê he ne.
amed bi pozbilindbûna xwe qet tiştekî xwe nabîne.
edît: ne tenê amedê qet bajarekî welatê xwe nefret nakim, navê mijarê hinek xerabe. belkî nav bibîya kêmasiyê amedê.



18.08.2020 15:31 ~2020.08.23 23:02 | doesntmatter

4. Ji ber;
Li xwe kirina Cilên xortên wan (merqeyên sexte; adîdas, nike)
Jêkirina porê wan (berê digotin jêkirina wek emrîkayî)
Tirkîya wan



18.08.2020 15:43 | kajav

5. modela por kur kirna bi devê wan "azer baba"
cil û bergê wan .

ez kîjan amedî dibînim bi tirkî xeber dide lê gava tu xwe dide ser kurmancî ew jî bi kurmancî dipeyivin..

hew



18.08.2020 22:11 | shwinsherm

6. Dişibine hev.
-Dûr ve mêze bikî rûyên wan dişibine hev
-Nêz ve axaftin , ji xwe bawerbûna xwe.Her wekî cîhanê de Kurdek wisa nîne ye.
- Tirkiya ku xirab diaxivin hema bêje hemû bûne wek hev û bi wî axaftina devoka bereday xwe şanaz dibînin.
-Rêxistinên olî yên bereday anku heke mîjar xapandineke li ser dîn bibe , teqez ew kesê ku pê were xapandin amedî ye.
Axaftina nav bajêr ttrki ye.
Aliyên baş;
Lê Kurdên ku Kurd bin jî bi rastî jêhatî ne.
Gelek nojdar/bijîşkên kurd ji amedê derdikevin.
Tîmekî wan navdar heye, kesên ku dibêjin ez kurd im bi wî xwedî derdikevin.



19.08.2020 00:09 ~00:10 | brzn

7. Ne heyfa Amedê ye, çawa nefret
Tiştek şaş û çewt hebe meriv ji bo çêkirina wî tiştî xebat dike, raste wek her derê xirab li Amedê jî henin, lê hezarên bi hezaran baş û mêrxas jî jê derketine û dertên.



21.08.2020 01:55 | afa

8. -(bnr: tirkiya amedê) an jî axaftina wan ya beredayî ku pesna xwe pê didin
-kincê ku xort û keçê wan xwe dikin



23.08.2020 13:19 | merwano

9. di binê peyva "nefretkirinê" de tirşikvanên qedirbilind pirsgirêkên vê bajarê nebaş! xweş xweş anîne ziman. Belê ez jî heq didim hebûn û mezinbûna van pirsgirêkan. Naxwazim mîna yekê îdealîst jî bipeyivim û bêjim "yabo rabin em van çewtiyan rast bikin û dest bi xebatan bikin!". Lê peyva nefretkirinê min gelekî diêşîne û peyvek gelek tûj û tale. Ji kerema xwe mîna dijminan çêlî vê bajarê me nekin. Ma qey van malmîratan tiştek baş nekirine ku em vê nefreta xwe wergerîne ser hezkirinê û li ser pirsgirêkan nermtir hûr bibin. Hezkirin dê me bigihîne hev *



23.08.2020 13:58 ~13:59 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» sebeba nefret kirina ji amedê
» nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar nuce geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî