Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine - tirşik
tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez im, ne carek du sê car êrîşê wan heywanan hatime. Êdî li min bûye fobî. Ji kûçikan ditirsim. Piçûk mezin ferq nake. Nizanim çendî salî bûm. Dizanim hêj piçûk im, ne şaş bim diçim dibistana navîn. GuNdê xwe de me. Dêya min Serê sibê min xewa şêrîn şiyar kiriye qîreqîra wê ye dibêje “roj hamo teşterê şima hema hewn de yê”. me ev sal zebeş û petêx çandibû.. êdî wextê redisîna wan e. havîna Amedê germ e. Heywan jî serê sibê yan jî ber êvarê diçin dixwin berevajî em bekçîtiyê bostanê dikin. Em Serê sibê zû radibin diçin miqatetiya bostanê. min amadeya xwe kir û pê re li malê derketim. Tîrojên tavê nû gihiştibûn erdê. Ez dibêm şefeq sar derbas dibû ji ber vê kûçik jî xwe dabûn tîrojên tavê xwe germ dikiriin. Ez feqîr min wan nedît heta 3 mîtro nêzîkê wan çûbûm. pêşî kûçika mê (em “del” dibêjin) rabû çû, piştre mêrê wî serê xwe berz kir hema yekcar êrîşê min kir. ketim erdê ew jî ket ser min. Me hinek hev du bir anî axir min berda li pey xoşewîsta xwe da çû.



14.08.2020 00:02 | kajav

2. ez sibê zû rabûm daketim hewşa siteyê ,
min berê xwe da kuçê û hewka min lê nerî kûçikek xwe ji nav éreba (ê park kirî) xwe avêt pêşiya min .
-hoşt hoşt
"bi kîjan aqlî min go hoşt jî nizanim sîng û bera wî wek deşta çiyayê mêrdîn bû "

bi gotina min î hoşt re 15 kûçik ji nav éreba derket nabê ê ku xwe avêt pêşiya min serokê wan bû bêbavo..

min lê nerî "h'ew h'ew"
min baz da , min li paş xwe jî nenerî
min xwe ji ser dîwêrê site avêt derve bi wê tirsi ji ser dîwer ketim ahhh.
dawî min li kûçka nerî hew çar pênç gava bera pê min dabûn ..
min jî wek kera baz dabû lê gava min baz dida fikra min "bi şeref ku vana zevt kir min, ew ê di cîh de di minin.."
siteya me jî nepenî "talde" bû wêga ti site mite li dora me tinne bûn û em li binya deşta çiyakî bûn loma kûçkê wan dera bê tirs û dijwar bûn..



14.08.2020 09:24 ~09:46 | shwinsherm

3. Felek û dewrana ku şeva îna ko bihirîye li ber behra Izmîra genî de li serê min gerîya ye.
Li Înê êvarkî, dûv ko ji ezmûnek giran derketim min got hepkî bêhna xwe derxînim. Îca, min xwe şidand, porê xwe şayîk kir û min ji destê dîya xwe girt, em çûn ber behrê. Em hepkî meşîyan me dît ko xelk jî şûşê xwe yî ên araqê anîne û vedixwin, îca dîya min bi min de xeyidî got" berî ko serxweş bela xwe li me bixin bilezîn û bimeş." Canikê wilo got û meşîya ket pêşîya min, bendî min jî nema. Îca ji nivştekê min dît kûçikek girs, gewrik qendir min diki hewt hewt û dibezi min! Min qîrek berda, wek ko dinya sekinî û min tif destê xwe kir baz da. kûçik jî ket dûv min.
Gava min baz da qey, min bêhemdî xwe zîgzageg çêkirîye pepûkê kûçik wextî bipeka û ketiba bin trîmbêlan. Îca talî min xwe hepkî ji dûrî kûçikan xist ez sekinîm lê laşê min heta tayên porê min dicirifîn.
Axir, birê min jî her tiştî dîtîye û hat ku henekê xwe bi min bike. Got "te feqîrê kûçik gêjo mêjo kir, wextî ketiba bin siyara û perçiqîba!"
Nîşe:
Xwezî ew kûçik perçiqîba, heta ev bûyer tê bîra min dibim wek pisîka terzînok dikevi laşê min!



28.06.2021 18:57 ~19:08 | pîroz

4. Careke tenê hat serê min, ger hûn li gund bin dibe ku tiştekî asayî be *

Baş nayê bîra min çend salî bûm, lê divê di demên dibistana navîn be. Ez û birayê xwe yê biçûk bûm, diviya em biçûba nav werz lê astengiyek li pêşiya me hebû*
(bnr: devreş)...
Me dizanibû cihê ku em ê têde derbas bin, tişe kûçik in. Berî bûyer biqewime digotin dema kûçikek hat we, ji ber baznedin, wê demê bêhtir tê we. Vêce wê Rojê jî me digot ger kûçik werin me, em baz nadin.
Wilo jî çêbû, çawa devreş û çend piştevanên wî êrîşî me kirin, me li ber xwe da, qet me serê xwe netewand! *
Lê plana me neşixûlî, devreş dihat û hey dihat, me di dilê xwe de digot: oxlim ka we digot ji ber wan baznedin, nayêne we?
Şikir wê rojê em ji destê devreş, xwediyê wî em xelas kirin, û tu goşt jî ji qûna me jê nekir*



09.08.2021 20:23 | merwano

5. dema zarok bûm dêleseyekê êrişê min kiribû. min tenê dixwast xwarin bidim cewrikên wê. lê wê bi hêrs bezî min. baş bû ku bavê min li wir bû û ez xilas kirim.*



10.08.2021 09:04 | qurreder

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên dîasporayê
» êrîşên dyayê li ser sûriyeyê

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tirsik jiyan tirsik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî