Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
31.07.2020 cejna qurbanê - tirşik
31.07.2020 cejna qurbanê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Cejna ku weke yên din dîsa aram dibuhure ye. Ji ber ku edet û elimandin e, me dîsa cil û berg kirî lê hêj me li xwe jî nekirine. Weke rojek ji rojan dibuhure. Dema ez zarok bûm bavê min li mervê me yê stenbolê digeriya bo cejnê, ew jî digotin li cem me tu cejn filan tuneye. Heya ku hin ji wan digotin em li karin, dixebitin. Ez li wan behetî dimam. Wan çaxa cejna van dera xweş bû, xelk li ser hev digeriyan. Lê anha heman rewş bi ser me de jî hatiye. Cejn mejn nemaye. Ka em çi bikin, emê jî şekir û şêraniya me kiriye, bi tena xwe bixwin û bila here. Cejna we pîroz be!



31.07.2020 10:13 | tîrêj zana 21

2. li Cizîrê jê re dibêjin 'eyda haciya. ji ber ku hacî an jî hecî ji hecê vedigerin.



31.07.2020 10:57 | xendekî

3. Cejna ku nizam ya çendik û çenda ye ez 1500km ji mala xwe ji gundê xwe dûr derbas dikim e. Bawer dikim ser deh salî re çêbû ku ji mal dûr im. Bêguman hinek hînî xerîbiyê bûm lê her dema cejnan tê, bayê xerîbiyê wek sîleka har li ser rûyê min dikeve û her ku dibihîsim li xopana gundê me dawetek heye dilê min bi halê min dişewite, bêhnteng dibim û hinek jî kelogirî. Di kolanan de li kelecana cejnên zarokatiya xwe digerim lê çi feyde...
Cejna we pîroz be



31.07.2020 19:03 ~19:41 | tûjo

4. Bi bêdengî derbas bû û çû. Ne kes hatin mala me, ne jî me şekir kirî. Nexweşîn li her derê ye. Mirin li pişta me ye. Ya bi xêr.



31.07.2020 19:43 | apê mihyedîn

5. li gelê tirşikvanan pîroz be lê îsal ji salên borî jî bêtir tamsar e, ji ber koronayê êdî gelek kes serlêdana mirovên xwe yên nêzik jî nakin. me jî wilo kir ya rastî. bi hêvîya cejnên li welatekî azad û di nav aramîyê de..



31.07.2020 23:45 | simurg56

6. Me hingê got eydên berê eydên berê vê koronayê cejnên par pêrar jî hanî ber çavên me jixwe me di emrê xwede cejn nedîtibû a ku hebû jî çû, ne kes bû hecî, ne kesek qurbanek da, ne kesek hat berderî şekir bir, hersal mirtivek bûya jî dihat mala me îsal ew jî tune çend mêvanên wekî yên tirşikê jî nedibûn hatin derbas bûn.. herwiha îsal jî cejna we hemûya pîroz be sala were dibe pîrozbahî jî tunebe.



01.08.2020 00:00 | shorbevan

7. Ji malbat û bajêr û gundê min dûr bi tenê derbas dibe. Roj bi roj wate û kelecaniya xwe ya berê winda dike. Îsal tenê bi çend kesan re di telefonê de diaxifiyam. Cejna tirşikvanên hêja jî pîroz bikim bes e. Cejna we pîroz be



01.08.2020 10:32 | kajav

8. Eyda hecîyan e.Eydên îsal wek eydên berê derbas nabin ji ber koronayê.Bi hêviya eydên xweş eyda we pîroz be



01.08.2020 21:15 | jehr

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 31.07.2020 cejna qurbanê
» cejna qurbanê
» qurbanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî