1. Nivîskarekî nû ye bixêr hatiye. Li van rojan çalak e û dinivîse. Ji Mêrdînê ye. Xwedîyê nivîsek e baş e. |
|
29.07.2020 12:22 |
yûsiv
![]() |
2. Bi xêr hatiye. Pênûsa wî baş e. Xweş dinivîse. Hêvî berdewam be. |
|
02.08.2020 01:03 |
tîrêj zana 21
![]() |
3. Carekî min ser vê mijarê xeletî nivîsîbû. Çîrokek piçûk e. Vê çaxê ciwanek mêrdînî (18 salî) li ser ekşiyê peyam şandibû. Ne Şaş bim gotibû ez li îzmîrê mezin bûme piştre em vegeriyane mêrdîne Kurdî baş nizanim Lê dixwazim hîn bibim û hewl jî didim. Piştî çend peyaman min jê re behsa tirşikê kir. Haya wî li tirşikê hebû heta di deşta tirşikê de bûbû çomezek. Navê nicka xwe bo min eşkere jî kir. Rojek ser derbas bû min dît li ser tirşikê dinivîse ji bo xêrhatinê min bin nicka wî nivîsî. Piştre haya min jê çêbû ku ev nick ne yê ev hevalek e. Min jî peyamê jê bir. Rojek keyomerdê hêja pirsî digot te çima payama xwe jê bir te ji ku dizanî ez temenpiçûk im, ciwan im filan û bêvan? Min hal û mesel jê re îzah kir. Tesaduf ev e ku keyomerd jî ji mêrdînê ye û heman temenê de ne. Heta ev hevalê ku li ser ekşiyê peyam şandibû bi keyomerd re heman dibistanê de jî xwendî ye belkî di heman polê de jî bin, nizanim êdî. Tesadufên me naqedin zêde dirêj nekim. Ciwanek xwînşêrîn e. Jîr û jêhatî ye. Hêviya pêşerojê ye. |
|
24.01.2021 02:59 |
kajav
![]() |
4. Yek ji nivîskarên hêja yên tirşikê ye. Nivîsên qenc dinivîse. Hindik lê têr dinivîse. Şêwaza ku bi kar tîne jî gelek hêja û herikbar e. |
|
16.02.2021 16:35 |
yûsiv
![]() |
5. tirşikvanekî dinêeyan e. Diyar e, esl û fesla pergala zimanan rind fahm kiriye, ev feraseta wî jî Di peyama “fal vekirin/131713” de baş tê dîtin. Ango her tiştî bi mantiqa zimanên serdest ve nazeliqîne. |
|
09.03.2021 21:59 |
ezcan
|
6. Gramervan û zimanzanê tirşikê ye, ciwanekî delal û qeşeng ê bi min prototîpeke îdeal a ciwanên kurd e. Peyamên têr û tijî û bi zanyarî dinivîse, û bi hewes û daxwaz û xêreta xwe ve min dihesûdîne. |
|
05.05.2021 22:06 |
xelîl
![]() |
7. nivîskarê tirşikê yê ku dema nivîsê gramera kurdî li tirşikê dinivîse, bi hemû hêz, bal û xwesteka xwe ve dinivîse. dema wan nivîsên wî dixwînim, heç wekî ji pênûsa gire girek rêzimana kurdî derketiye hest dikim. yanê ewqas xweş, ciddî û herikbar e ku di eynê deqê de fikra mirov diguhere. meraq dikim gelo bo rêziman perwerdeyek pisporî stendiye an ev hemû berhemên xebata takekesî ne? |
|
05.05.2021 22:24 |
tîrêj zana 21
![]() |
8. tirşikvanê ku bûme êsîrê playlîsta wî ya di radyoya tirşikê de. stranên xweş yên estrûmantal lê bar kiriye. di ber xebatê re, guhdarkirina li wan pir xweş e. di rêwîtîya erebeyê de jî (tabî ku xewa we tune be). |
|
25.05.2021 22:28 |
simurg56
![]() |
9. Nivîskarek zana, şeraze û kedkar e. Îsal xwe li ezmûnên zaningehê de biceribîne. Xwedê pê re be û biki ko bigihê miradên xwe. Li vî temenê xwe yî ciwan de xwe danîyê li ber barekî gelekî giran, nav ewqas nebaşî û nexweşîyê de hemberî bişaftinê radibe. Xwedê bike ku kêfa wî lê neşike û tim wilo domdâr be. Kêfa min zaf jê re tê, Xwedê wî bihêle. |
|
25.05.2021 23:37 |
pîroz
![]() |
10. Yekemîn împaratorê Îranê bû. Mirovekî dadperwer, jîrmend û pehlewan bû. Cihê wî li nav çiya bû. Çermê pilingê weke cil bikar aniye û bi saya wî xelk jî hîn bûne cilan li xwe bikin. Herwiha kurekî wî hebû, navê kurê wî siyamek bû. |
|
12.07.2021 15:21 ~15:35 |
xabûrî
![]() |
11. :(نڤیسکارێ کو پەیامێ تایبەت مێزە ناکە |
|
13.07.2021 12:20 |
navîgiranmezelîwêran
![]() |
12. êdî di tirşikê de edîtor e. ser xêrê be. |
|
29.10.2021 23:07 |
simurg56
![]() |
13. zilam e, mêrxas e, zana ye. yek ji dîyarîya tirşikê ye ji bo min. bi rastî rastkeriya wî ez gelek kêfxweş kirim. jixwe rastkerek wiha ji tirşikê re pêwîst bû. |
|
30.10.2021 17:33 |
yûsiv
![]() |
14. Nivîskar û rastkerê (edîtor) tirşikê yê ku divê mirov wî teqdîr bike. Ji roja ku erka rastkeriyê jê re hatiye dayîn, rêjeya rastkirina mijarên şaş bi qasî ku li ber çava bikeve zêde bûye. Heqê erka xwe dide û di zûtirîn dem de sererastkirinan dike. Du cara mijarên min yê şaş hatibûn nivîsîn jî sererast kir. Spas ji bo cenabê wî. |
|
15.11.2021 01:03 ~01:10 |
tîrêj zana 21
![]() |
16. Serrastkerek (editor) şoreşger yê tirşikê ye. Di mijarên bingehîn yê tirşikê de guhertinên şoreşgerî pêk tîne. Hewl dide mijaran sedî sed bike kurdî û ji hemû çewtî û şaşitiyên rêzimanî û mentiqî rizgar bike. |
|
31.12.2021 00:28 |
tîrêj zana 21
![]() |
17. Maşala yek ji xortên zêrîn ên kurdan e, ku gava mirov pê dihesibe baweriya mirovî bi xwe tê. Dilê xwe de min got min baş kir heya niha min nivîsand. Ez di rêya rast de me. va ye kesên nû û pir xweşik dinivîsin tên. Xwedê wî û xortên mîna wî bisitirîne! Kurmanciya wî a gewr û nivîsên wî ên ji aliyê qaîdeyan ve birêkûpêk ji her derê ve xuya ye. Hema li peyama wî ya dawî binêrin: mala pisîkan/139874 |
|
14.06.2022 14:19 ~21:09 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |