1. Îro me menqel vexist, wextê agir gur bû, diya min go "ka hinekî xwê bavêje ser agirê" min jê re pirs kir çima? Go "xwê nezerê xelkê ji me dûr dixe" min jî avête ser. |
|
29.07.2020 00:09 |
mîr
|
2. Xwê agir qels dike. Hekî pelên we gelik geş be xwê dê agirê wê kêm bike. |
|
29.07.2020 00:39 |
berbest
|
3. mijara ku min wek "xwe avêtina ji ser agirê" xwend û newrozên berê hat bîra min ku me xwe bi ser êgir re davêt. |
|
29.07.2020 09:32 |
simurg56
|
4. hemû netewên rojhelata navîn an agirê ditirsin an jî pîroz dibînin. |
|
29.07.2020 10:56 |
doesntmatter
|
5. ji ber ku meriv jehirîna carbonê nejî xwê tê avêtin ser. |
|
29.07.2020 20:39 ~20:39 |
shwinsherm
|
6. Bawerî an edeteke kevn e. Biçûkantî de li ser pozê min balûkek hebû. Ji bo jêbirina wê diya min gelek derman ji min re dît. Lê derman wê çareser nekir. Vêca me dest bi dermanê pîrik û edetê kevn kir. Yek ji wan edetan jî ev bû. Nizanim ji ku bihîstibû hat û got divê tu xwê biavêjî agir. Ez jî zêde ji tiştên awha bawer nakim lê bo dilê wê nemîne min ceriband. Rojekî dema diya min tenûr dada bû, bo nan lêxe. Min jî kulmek xwê rahiştê û avête hundirê tenûrê û ez revîm. Lewra ji min re gotibûn dema xwê di agir de teqiya divê deng neyê te. Loma jî ez revîm bo deng neyê min. Axir balûka min anha tûneye lê nizanim bi xêra vêya bû an ya tiştek din. Ji ber ku min bi dehan tişt ceriband vêca nizanim bi xêra kîjanê baş bû. |
|
29.07.2020 21:18 |
tîrêj zana 21
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |