1. Bernameyeke kombersê. Ji bo daxistina vîdeo ji youtube ê gelek bi kêr hatî ye. ji xencî vîdeoyê, dikare playlist, binnivîs, daxuyanî (description) û dengê videoyê daxîne. |
|
2020.07.28-00:50 |
serfiraz hêvî
![]() |
2. Ji beriya niha 12-15 sal berê rapidshare û hotfile bi nav bû û wê demê kultura arşîvkirina fîlm, muzîk û hwk. populer bû. rapidshare û malperên dî ji bo bikarhênerên free piştî daxistinekê 40-60 deqeyan nedihêlişt daxistineke dî bê kirin .Mirov mecbûr dima li hêviyê bimîne.Li gorî adresa IP'yê bikarhêneran van malperan dizanî ku kê, kengê daxistin kiriye û heta kengê wê astenga daxistinê bidome.Dema modem dihat/bê reset kirin IP jî dihat/tê guhertin kesên ne dixwest her carê modema xwe bi manûel reset bike Jdownloader bikartanî. Di konfîgrasyona Jdownloaderê de "gateway" û passworda modemê dihat nivîsîn. Lînkên daxistinê wekî lîste lê dihat zêde kirin û jdownloader ji wan lînkan bi rêzê ve dadixist. Piştî daxistinekê bi konfîgrasyona modemê diçû modem reset dikir (adresa IPyê diguhert) û piştî wê lînka dî dişixuland û bi vî şiklî heta lîste bi dawî bibe dewam dikir.Jdownloader dikariya bi hesabên premium jî wekî lîste daxistinê bike. |
|
2020.07.28-10:05 |
berbest
![]() |
![]() |
alfabeya soranî [2] |
![]() |
kovara kurdeçîrok [1] |
![]() |
nebûna keçikên henekoy [4] |
![]() |
mêrikê ku 9 sal berê li mala xwe miriye [3] |
![]() |
keskesor tv [1] |