Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kemal badilli - tirşik
kemal badilli
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Îro ji helbesta ku înan eroglu li ser youtube ê xwend bala min kişand û di derheqê jiyana wî de çend agahî wilo ye:

Kemal Badiliyê ku mensûbê eşîra Badilî' ya ye sala 1923 yan gundê axîzxan a ku girêdayiyê Riha yê ye ji dayîk bûye. Bavê wî Badilli Saît Beg û dêya wî jî Zeyde Xanim e.

Kemal Badilli, dibistana seretayî û dibistana navîn li Rihayê, dibistana amadeyî jî li "Îstanbûl Kabataş erkek lîsesî" yê xelas kir. Sala 1950 yan ji zanîngeha stembolê beşa hiqûqê mezûn bû, vegeriya Ruhayê û li vir dest bi parêzeriyê kir.

Di hilbijartinên 1961 an de ji "partiya nû ya tirkiyê" bi awayê newanger hate hilbijartin.

Ji ber ku merivek gelek camêr û narîn bû bi sifeta "cenabê kurd" dihat bi nav kirin. Ew kurdologek pispor û parêzerek gihîştî bû.

Di sala 1965 an de berhema xwe ya hêja "Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri - Kurmancî Lehçesi" weşand. Di heman katî de xebata xwe ya ferhenga kurdî jî dimeşand. Ev xebata ji 60 hezar peyvî pêk dihat. Lêbelê ji ber ku zû çû ber dilovaniya xwe ev berhema wî neweşiya.

Di sala 1975 an de li stembolê xatirê xwe ji heval û hogirê xwe xwast bo rêya bêveger.

Çend berhemên wî:

- Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer - Kurmancî Lehçesi, (weşiya)

- Türkçe Açıklamalı Kürtçe Lügat,

- Kürtlerin Sosyolojik Durumlarıyla İlgili İlmi Bir Etüt,

- Şiîrê Kurdî.

Helbesta hatibû xwendin:





22.07.2020 23:10 ~23:11 | rizgarm

2. Rojek bi awayekî rast li berhema kemal badilli ya bi navê "Türkçe izahlı Kürtçe grameri- kurmancî lehçesi" hatim. Paşnavê wî bala min kişand û hat hişê min ku hevalek mina ji rihayê heye ku paşnavê wê jî badilli ye. Min got ka ez jê bipirsim vî camêrî dinasê yan na. Min jê pirsî got belê ez dinasim û ew camêr pismamê kalikê min bixwe ye. Û got ew pirtûk li mala me jî heye lê min qet nexwendiye. Min go çima gelo te nexwend? ev ne şerm e ji bo te ku kalikê te di wê dewra kes newêre bêje ez kurd im de rabûye xebatek ewqas pîroz kiriye û tu tenezil nakî devê pirtûka wî venakî lê nanêrî? Bersiva ku da min jî ev e: dibêje yav ziman, kurdîtî û welat xema kê ye, xema çend kurda ye? Ji sedî yekê kurda jî xema van mijaran nakişînin. Û dibêje ne hêja ne ku ez xwe biêşînîm. Û dîsa dibêje jixwe di rihayê de kesên wek kalikê min neman û nizanim çi û nizanim çi...
Ez qutifîm li hember van bersivan û min tenê dikaribû bêjim; pirtûka ku kalikê we nivîsiye û bi salane di mala we de ye ku hûn venekin nexwînin jixwe jî yên wek Kemal Badilli wê nemînin.Û ev hevala min jî qaşo xwenda ye û bijîşk e ha. Deka nizanim êdî bêjim çi?



23.07.2020 03:38 | tûjo

3. peyvên wî yên qeydkirî yên di girêdanê de tê dîtin, ji bo îro zeîf in, fediyokî heta belkî hinin hevok nîşaneya sergêjiyê ne lê bo 1964an mînaka wêrekiyê ye, tew di meclîsê de hatine gotin. min ev zabit xwend mîna pîyesekê ji min re jîndar xuya bû. Here lînkê


Bunun gibi ırkçııkık ve Turancılığı da aynı derecede ret ve tel'in ediyorum. Bu mem­leketi kendi habis menfaatlerine alet etmek üzere tecelli ve izmihlale götürenlere lanet olısun.



29.11.2020 23:18 ~23:21 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kemal ulusoy

Kategoriyên mijarê:: zanisti niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst wejehlbst zanisti niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst wejehlbst zanisti niviskarweje niviskarhlbstvn niviskarznst wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî