Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
çîroka kûçikên birçî - tirşik
çîroka kûçikên birçî
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka ferîd xan e..



''bê welat jî mirov dikare bijî

mîna kûçikan

mîna kûçikên bêxwedî jî

dinya welatê min e

mirov dikare bêje

mîna utopîstan

mina kûçikên utopîst

lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te dide

biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide

him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke

him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!''



selîm temo ev wergerandiye tirkî û di axaftineka xwe ya li sempozyom/konferansekî de pêşiyê helbestê û paşê jî wergera helbestê ya bi tirkî dixwîne..

helbest bersiva pirsa çima kurdistan û çima dewletê dide..



28.09.2013 06:44 | endazer

2. tercumeya bi kirdkî/zazakî:



Estanika Kutikanê Vêşanan



Bê welat zî merdim şêno biciwîyo

Sey kutikan

Sey kutikanê bêwayîran zî

Dinya welatê min o

Merdim şêno vajo

Sey utopîstan

Sey kutikanê utopîstan

La gama ke ti verê kamî ra derbas bibî

Paskulê xo dano to ro

Ti şirî kotî, her kes kutikê xo verdano to

Hem tu kes bêwayîrtîya to qebul nêko

Hem tu kes to rê wayîr nêvejîyo û seranserê cîhanî de

Esteyê belateyêkê bêwayîrî zî çinê bo ke ti bikojî

O çax belkî wayîrêk û welatêk to rê lazim bo

Seba ke ti kutikîya xo biciwî!



Ferîd XAN



Kurmanckî ra açarnayox: M. Sebrî AKGONUL



çime: newepel, hûmare 23, 16-29 Sibate 2012



29.09.2013 03:57 | kurdane

3. ferîtxan herî helbestavanê şîrînê ber dilê min e, ka çima nanivîsê xwedê hîştiyo.pirtûka wî ye yekem ji weşanê belkiyê derçibû. bi hewar,bi coş em li bendêne.



29.09.2013 21:02 | tivirloismail

4. ez ji kesê (bnr: kurdistana azad) naxwazin re pêşniyar dikim. ez dixwazim ji ber xwe fedî bikin û li ser qûna rûnin û li dora min nekevin.

hezar carî spas dikim ji (bnr: ferîd xan) re.



21.02.2014 00:52 | berxweda

5. helbesta ku van rojan pir tê bîra min.

"hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!''



11.05.2019 16:56 | roza

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka malbata evdo
» birçî çûna mêvaniyê

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî