Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin - tirşik
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin

Navê mijarê ya ewil ev bû:semsûriyan ji amediyan zêdetir ji kurdî xwedî derdikevin
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineke çewt e. çi ferqa amedê û bajerên din ên kurdistanê heye ku berhevdanekî wisa dikin? bira yek xwedî xêra ji wan ra vê yeke bibêje ku ji me kurdewartir nînin. ser da jî weke trabzonê dixwazin bikin paytexta asimilasyona kurdistanê -gelek pêşketine jî-.



17.07.2020 17:10 | zerê

2. Mijara divê sernavê wê wisa biguhere:
semsûrî ji Amediyan zêdetir li kurdî xwedî derdikevin.



17.07.2020 19:38 | xabûrî

3. xwedî derketin tenê ne bu xwandina pirtûkên kurdî ye.
ez dewlemend bim û milyonek pirtûk bikirim wê demê ez li kîjan bajarî bim dê ew bajar kurdperwer e ..
tiştekî wisa tinne.
kurdperwer bûn jî ne bajar bi bajar e ,nefer bi nefer e.



17.07.2020 22:55 | shwinsherm

4. Rewşeke balkêş e. Em dikarin li ser vê yekê wiha jî nîqaş bikin; Mînak gundê ku ez li xarpêtê ji dayik bûme û lê mezin bûme piranî milletê wê gundê dengên xwe tidin MHP'yê. Xalekî min ji mhpyê encûman e. Lê piraniya xelkê gund hîn bi kurdî diaxivin. Gundê Elewî yê li kêleka wê jî dengên xwe tidin HDP'yê. Lê gava tu diçî wî gundî bi temamî bi tirkî diaxivin. Ez nizanim kîjan alî li ser rêya rast e.



06.02.2024 17:17 | cinorek

5. gotineke rast e.
di şûna Semsûrê da Agirî, Mûş, Wan, Bilîs, Batman, Qers heta Erdexan û Erzurum jî bihata nivîsandin dîsa rast dibû.
Amediyan ji xwe ra tirkîtîyeke ecêp ava kirine (ewqas jî qicix û pîs e) û behs were behsê jî ha zanin ku wana her tişt ava kirine...



07.02.2024 02:09 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin
» xwedî ke malê xwe berde canê xwe

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî