Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li şirnexê destdirêjî li ser keçikek 13 salî - tirşik
li şirnexê destdirêjî li ser keçikek 13 salî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi aliyê uzman çavuşek tirk hatiye kirin. Xweda belayê tirkan bide û kurda re aqil bide.
Here lînkê

Here lînkê

sererastkirin: ew bênamus tirk bibe kurd bibe ne muhime. dawiyê de dagirker û kuçika tirkaye.



15.07.2020 15:44 ~16:46 | lonw karda

2. sal 2011, li çewlîgê keçikek 14 salî bi aliyê 8 uzman çavuşên dagirker ve hat tecawiz kirin û wan benamusan jî ceza nestend.
Here lînkê

sal 2018, li afrîne 3 keçikên kurda re tecawiz kirin.




sal 2020, li efrînê keçikek 16 salî hat kuştin. Here lînkê

em li ew cîhê ne ku edî gotin wateya xwe wenda kiriye



15.07.2020 16:06 | lonw karda

3. wan dagirkeran bi giringî cihên kurdperwer nefret dikin û wan cîhan de her tiştê ji xwe ra mubah dibînin. yanî wan hereketên qirêj ne tenê bêexlaqiya wan tê çêkirin, her tiştê me ji xwe re helal dibînin. bê şek û şiphe wan tişta mirov nikare bajarên tirka de bibîne.



15.07.2020 16:28 | lonw karda

4. ev kerê kurê kerê heger piştî vê bûyerê bihata kuştin wê bigotana şehîd ketîye!!
virên hezarsalan;şehîd bûyîn



16.07.2020 00:18 | golikvan

5. hê du sê roj berê twîttere ser wayfaîr û trendyolê mijar vekiribûn zarokan xwedî derdiketin. lê hêvî dikim em nexapiyabin. ji ber ku dema li komara diyaxwegayiyan yek behsa KURDISTANê bike çepgir, rastgir, azadîxwaz, îslamîst û hwd. hemû dibin rengekî gû.



16.07.2020 09:26 | hector

6. zordariyek dêqehpane, ku ev kîrbindêyên hanê fehşin êdî dest davijin sebî û subyana jî nelet û xezeba xwedê li wan rabe divê van kesan zeft bikin serê wan bikin cihê berê, teslîmê dewletê nekin di şerefa bavê vanin,.. ji bindestiyêye, Ji bê xweyîtiyê ye, ji bê îmaniyêye ev bûyerek ji sedan yeke ku derketiye holê, îro jî li batmanê bûyerek bi vê rewşê derketiye holê.. bi taybetî li zarokên xwe û li yên xelkê xweyî derên herder tije bûne farqîn bixwe jî tijene yê 16-17-18 (jixwe yê ji 18 zêde nabêjim) salî jibû 50-100 milyonî xwe û rumeta xwe û gel bin pê dikin heroj dibinê uzman û ozel hereketciyadene orispiyek heye bi kêfa xwe diçe ku hinek jêre dibêjin tu çima didî wan ji xeynî wan ker neman.. diçe li ba uzmanê xwe gilî dike, dibêje bela xwe bi min didin.. yek bi telefonê hevaltiyê ji wan dixwaze wan bi uzmanên xwe tehdît dikin hewqas bi namûsin.. tabî qaşo wan diparêzin jî û naçin li ba kesî behs jî nakin nabêjin me di filankesê ga veşarî dimîne li hesabê wan tê diçin bi du qûruşa xwe difiroşin û tên gelê me êdî xîret bikira hinek li ehlaqa berê vegeriya lê herkesê barek xwelî avêtiye ser xwe bûne 'emerê mala mihê, kanên seyîtxanên kerr yê mala usivê seydo, kanên şêx seîdên vî zemanî. di çanda mede însan ji bû axa xwe û nanê xwe û namûsa xwe dije niha tev diçe ka em ji çirane.. lê tu hişyar bikî tuyê niheq derkebî , tuyê nebîniya bi wande weynî, wê çavête li pîskirina wanbe, wê çi jitere be herkes azade, bi riza xwene, tu herî bikujî töreye teyê du heb hezkiriyan jihevkiribe.. ne şerefek maye ne namûsek ne ehlaqek û ker di şerefa wane çêtire, kîrê wan di diya hevkim, û jimin ev û bêhtir



16.07.2020 21:35 | shorbevan

7. Nûçeyek qirêj jî ji Batmanê hat, dîsa uzman çavuşek tirk ji keçikek 17 salî re tecawiz kiriye, û ew keçik bi tifeng xwe lê xistiye, hezar mixabin ku em bi saya wiya hayidar dibin wê buyerê. Rewşa keçikê hê girane. Wan buyeran ku teketine nuçeyan û em hayîdar dibin, Xweda dizane çiqas buyeran qirêj li serê keçikên wê gelê tê û haya me ji wan nabe.
Here lînkê

Mezinên me ji bo tiştên bereday hev dikujin, lê ne dikarin zarokên xwe re xwedî derkevin, ne jî dikarin tola wan bistînin.

Ez pir rat bum ji wê jiyanê.




17.07.2020 00:55 | lonw karda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» destdirêjî
» serdar onat

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî