Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
eliyê pûrto - tirşik
eliyê pûrto
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kilameke gelêrî ya dengbêjî ye ku navê xwe ji lehengekî bi navê Eliyê pûrto girtiye. Reso, Şakiro û gellek dengbêj û stranbêjên vê axiriyê xwe lê ceribandine ku bistrên lê li ber dilê min awaza herî xweş a vê kilamê ya Şakiro ye.
Kilam qala serpêhatiyeke mêraniyê dike. Elî bi xwe rêbirek e ango kar û barê wî cerd û cûrd e, xerabî û şêlîn e. Bi vî awayî di nav êl û eşîran de nav daye. Heta ku rojekî mêrxasek ser Elî de digire û wî li ser rêya bidlîsê dikuje. Tê gotin ku yê elî kuştiye kurdekî Êzidî bûye ji loma diya elî, dema li ser lawê xwe dikesire, dilêwîne di kilamê de behsa şûrê wî zilamî dike ku li ser şûrê xwe "qesasê serê bîst û çar mêrê Bisilman e" daye nivîsîn.
tişta ecêb û bala min kişandî ev e ku elî çendîn xerab be jî li ber dilê diya xwe delalî û xweşmêr e Ku diya wî dibêje:
"Elî berxê dilê dayika te dibê
Ez ê Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê
Tifinga wî bidim desta, pişta wî bidim kevirê devê rê
Herçî kesê ji geliyê bilîsê dihere tê
Bizanibe Eliyê pûrto sax e, dixebitîne cerdê bi cûrdê
Wê hê hê dilo Hey wayê..."

Kerem bikin, guhê xwe bidinê.

Şakiro-eliyê pûrto




Elî berxê dilê dayika te bi deman e wê... hê bi deman e.
Elî berxê dilê dayika te bi deman e
Genimê rasta bişêriyê hêşîn bûne
Li çemê xûnê temamî simbil dane
Temî weyseta min li te be
Xwe bermede pêşiya vî dewazî vî qewazî
Va zalima mêrekî bi kefîlê bi deman e
Şûrê xwe şandiye li bilîsê girêdaye bi donzdeh kîsan e
Li ser şûrê wî dinivîse "qesasê serê bîst û çar mêrê Bisilman e"
Dilo hayê hê ha ha li minê

Dayê rebenê dema dewazê pûrmis li koka darê li min qêriya
mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya
Çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê min qetiya
le Lawo dayika te berce şengêla devê geliyan
Gurê pişt hêşînê dû keriyan
Hêsirê çavê dayika te tê fena avê, cûcikê çavkaniya
Ez ê rabim şal û şapikê Eliyê pûrto hildim
Xwe berdime erzirûma rengîn
Goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim
bidim ser milê telal û telalbaşiya
Xwe berdime qersqapisiyê, bîtmeydanê
Bîst û çar nerdewana hilkişînim
bidim ser çokê heft Qaziyan û donzdeh miftiyan
Destê çawîşan û îzbatan û efendiya
Xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya
Ez ê bibêm gelê mixazeciya minê bi we, hûnê bi xwedê
Hûnê şal û şapikê Eliyê pûrto nefiroşin
Çend saleka bikine curekî curê di nava pirtiya
Hayê hê hû ê hû ê... Dilo Hey wayê...

Elî berxê dilê dayika te dibê
Ez ê Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê
Tifinga wî bidim desta, pişta wî bidim kevirê devê rê
Herçî kesê ji geliyê bilîsê dihere tê
Bizanibe Eliyê pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê
Wê hê hê dilo Hey wayê...

Berxê dilê dayika te hê bi hedîs e
Hayê hayê ê yêê yê yê...wê bi hedîs e
Elî berxê dilê dayika te bi hedîs e
Le lawo genimê rasta bişêriyê hêşînbûne temamî çinîne kirine lûs e
Temî weyseta min li te be
Xwe bermede pêşiya dewazê pûrmîs e
Va zalima mêrekî bi kefîlê bi demanî xebîs e
Lawo şûrê xwe şandiye li kavilya bilîsê girêdaye bi donzdeh kîs e
"Qesasê serê bîst û çar mêrê Bisilman e" li ser dinivîse
Dilo hayê ê ha ha li minê

Dayê rebenê dema dewazê pûrmis li koka darê li min qêriya
mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya
Çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê min qetiya
le Lawo dayika te berce şengêla devê geliyan
Gurê pişt hêşînê dû keriyan
Hêsirê çavê dayika te tê fena avê, cûcikê çavkaniya
Ez ê rabim şal û şapikê Eliyê pûrto hildim
Xwe berdime erzirûma rengîn
Goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim
Bidim ser milê telal û telalbaşiya
Xwe berdime qersqapisiyê, bîtmeydanê
Bîst û çar nerdewana hilkişînim
bidim ser çokê heft Qaziyan û donzdeh miftiyan
Destê çawîşan û îzbatan û efendiya
Xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya
Ez ê bibêm gelê mixazeciya minê bi we, hûnê bi xwedê
Hûnê şal û şapikê Eliyê pûrto nefiroşin
Çend saleka bikine curekî curê di nava pirtiya
Hayê hê hû ê hû ê... Dilo Hey wayê

Elî berxê dilê dayika te dibê
Ez ê Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê
Tifinga wî bidim desta, pişta wî bidim kevirê devê rê
Herçî kesê ji geliyê bilîsê dihere tê
Bizanibe Eliyê pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê
Wê hê hê dilo Hey wayê...



11.07.2020 16:40 | xeyda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eliyê pûrto

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî