Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
germa amedê - tirşik
germa amedê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mirov pê Dipije, Dihele. Bêhna mirov teng dike. Heftekî berê dîsa li Amedê de bûm. Ji ber germahiya vî bajarê dinya li ber çavê min sar bû. Ne bawo! Mirov nikare pantol li xwe bike. Li te dizeliqe. Bi navê xwedê ez ev qas eciz bûm min got hema erebekî were min li erdê dûz bike, erd li min yek bike nê xema min e. Şikir vegeriyam zozana bilind.

Ez dibêm ev baraj maraj li Amedê hît zêde kirine. Siya darê çi feyde!



10.07.2020 00:36 | kajav

2. Dojeh e. Germahiya ku ev meheke wê rihê me standiye. Berê jî hewa amedê germ bû lê germahiyek zûha. Lê piştî bendava heskîfê çê bû vêca hewa bûye birewa. Bêhna mirov diçikê û xwêdana mirov dibe wek mezeloqê, cil bi mirov dizeliqe. Hewa amedê piştî çêkirina bendava dişibe hewa edena. Hingî germe bihîstok dibêje " bihîstok zêde sicirî, ji kerema xwe bataryayê jê derxe!"



10.07.2020 17:46 | tîrêj zana 21

3. Zêde zêde germ e. Mirov nikare xwe li ber bigire, mirov gêj dibe. Lê baş e ku bi şev hênik e.



10.07.2020 22:27 | berijahr

4. li gorî germahîya mêrsînê, zozan e zozan.

bi rastî jî germa amedê zêde ye û mirov dişewtîne lê dîsa weke kesek ku 18 sal li mêrsînê maye, dikarim bêjim ku ji hewaya amedê re şikir dikim. qet nebe li ber sihê, mirov rihet dibe û laşê mirov nabe debûş.
loma ya rastî ez wisa zêde jê ne aciz im. di vê germahîya wê de dikarim bi saetan li ber tava wê duçerxe bajom.



21.07.2020 11:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» germa kurdîstanbolê

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tirsik jiyan tirsik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî