1. Razana Ku ba hebe ji tehma wê mirov têr nabe. Çima min got ba, ji ber ku ba tunebe kelmêş hene û xew li mirov dikin jehr. Ew cure Razan dema zarokatiya min li gundê me berbelav bû. Neka ji ber ku klîma hene xelk piranî di hundir de radizên. |
|
09.07.2020 22:36 |
xabûrî
|
2. Razana ku ez lê hesret mame. Heye ev 10 sale jî li ser text ranezame lê her ku behsa textê razanê dibe zarokatiya min têne bîra min. Li hewşê li bin dara tû û sêva, li ser me cibinîka mêş derbas nake. Ez di neqeba dê û bavê xwe de, hêj derd û kulê vê gerdûna genî û bêhnpêketî bi ser min de nehatibû. Xwezî bi wan roja! |
|
09.07.2020 22:58 |
tîrêj zana 21
|
3. Hewneko zaf weş o. La ma ser text de nê hama serê banî sero cila xo rakerdinî. Şewa homayî de germê diyarbekirî bi vayê honik şikiyaynî. Werê şandî ra dima ma banî sero cila xo sero xo derg kerdinî. Ezman de estarikî beriqiyaynî. Û vayê honik rey de hina weş beriqiyaynî. Aşme bi şewqa xo silam kerdinî.. |
|
10.07.2020 00:13 |
kajav
|
4. Ji ber kermêşa, tama wê nemaye, ya çend sal berê kermêş ewqas ne zêde bûn, yan jî bi me vedidan em nizanibûn, lê ez bawerim ewqas zêde nînbûn. Lê cibinîk tiştekî hêja ye, nikarin bikevin zikê wê. |
|
10.07.2020 00:33 |
afa
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |