Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
ji bo tirşikvana pêşniyarên bihîstokên jîr - tirşik
ji bo tirşikvana pêşniyarên bihîstokên jîr
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pêşniyarên ku ji bo tirşikvanên dilê wan heye bihîstokek nû bistînin e. Her tirşikvan li gor xwe kêrhatin an kêmasiyên bihîstoka ku bikar tîne an bikar aniye binivîse, da ku kesê xwest bihîstokê bikire hay ji van tiştan hebe.
De ka em binehêrin bê çi pêşniyrî dê werin. Pere zêde tunin ha, zêde yê buha nenivîsin*



25.06.2020 01:28 | tîrêj zana 21

2. Pêşniyarên ku ger bên kirin dê sûdmend û bikêrhatî bin.
Ez ji mobîla xwe dest pê bikim. Redmi not 8 pro ye. Taybetiyên wê pir baş in, ez ê hinekan binivîsim yên din jî kî bixwaze dikare di înternetê de peyda bike ji xwe. Hafizaya wê 128 Gb e, ev gelekî baş e ji ber ku derdê cih tuneye. Ram 6 Gb e, CPU 2.05 GHz e. Bi gelemperî mobîlek serkeftî ye. Lê ji ber ku hesabê Mi heye wek ê Googleê piçekî teşqele ye. Min wê sifir kirrî jî lê carina dengên seyr jê dihên û carina dicemide. Ev jî aliyên wê yên neyînî ne.



25.06.2020 10:58 | xabûrî

3. di telefona de kiryara snapdragon çêtir e ji ya mediatek.
çiqas cpu grîng be jî gpu jî grîng e ..
heke gpu ya telefona we qels be,
cpu ya we çiqas xurt be jî fêde nade !

zêde bûna ramê bila we ne xapîn e.
model û freqansên rama henin .
modela dawîn ya ramê
lpddr5 - telefonên ku bi vê ramênin hepkî biha nin .
loma lpddr4x be rama we pirsgirêk tinne .
freqansa ram û kiryarê çiqas bilind be ewqas baş e
di kiryarê de dereca qevza heye û "nm" tê gotin .
nm çiqas kêm be ewqasî baş e .
telefon gava dixebite qomentê we di nav qevza de diri û tê .
çiqas qevz bi çûk bin energy jî ewqasî kêm dihere û zûtir bi a te dike .
di piyasa kiryara telefona de anha ya herî nano teklonojîk
7nm e , dawî jî 8 nm tê .
ji bo 7nm
a13 bionic,
sp865+,865,855+,855,
kirin990 ,980

di qamera de
+mp bila fikra we ne guhere .
mp, gava te wêne zoom kir nahêle ku xera bibe , nahêl ku şeklê hû bigre ..
+lens
anha yên huawei/sony/iphonê qenc in.
dereca diyaframê
1.70>1.80>2.0
çiqasî kêm ewqasî baş!

di ekranê de
oled>amoled>ips lcd
oled hepkî şarjê bêhtir dixwe .
120hz>90hz>60hz ye
hz tezekirna ekranê ye .
hz çiqas bilind be ekran şemetokî wek qeymax e lê şarj jî wek qeymax e ..

pêşniyara min a ji bo telefona e/x
(erzan/xurt) xiaomi mi9t pro ye.
ya wênî binxetê derdora 3 hezar lira ye .
jixwe qerta deng jî tê de heye bi berguhkê hûn kanin asoya muzikê bibînin .
ji bo lîstikê jî qenc e .

dilê min heye ez bikirim lê aborî dest nade.
binxet(qaçax)



25.06.2020 14:15 ~14:30 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvana ku kişandina tînerê çawa ye rave kiriye
» pêşniyarên ji bo kesên ku têkiliyeke dûrî dijin
» jîrik

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî