1. Fîlmekî (bnr: majid majidi) ye, ji nava jiyanê ye. serlîstikê fîlmê kor e û di nava fîlm de gotineke ecêb dibeje: |
|
26.09.2013 20:48 |
serxush
|
2. fîlmek têra xwe xweş û serkeftî ye lê mirov dibêje qey ne li îranê lê li nav daristanên amazonê hatiye kişandin.. her der dar û hişÎnahî.. ji her derî guvîna bê, xuşÎna avê, wîtwîta çivîkan tê.. hemû sehne û sekansên fîlmê wekê kartpostalan e û mirov guneh dikê lê binêre.. fîlm di çarçeveya têkiliyên di nav pîrik, bav û kurrî de li bersiva pirsa bînahiyê digere.. di fîlmê de du kor hene bi mirina korekî çavê korekî vedibe.. yanî mirovên nankor û bênanûxwê yên ku çavê wan li heqîqetê bel nebûyîn radixe ser kadraja xwe.. fîlmek safî û samîmî ye.. her kesê ku bi çûnûhatin û gerûfetla qederê biçekî lewitî divê dilê xwe bi fîlmên wihareng bişû û ava rûyê xwe pê bizenzilîne.. |
|
26.09.2013 22:27 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |