Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
jack kilby - tirşik
jack kilby
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jack St. Clair Kilby 8ê sermawezê 1923 li Jefferson City, Missouri hat dinyayê. 20'ê pûşperê 2005 li Dallas, Texas mir. endazyarekî navdar ê DYAyî bû. Sala 2000a bi tevî Herbert Kroemer û Zhores I. Alferov, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jack Kilby Li zanîngeha University of Illinois at Urbana-Champaign sala 1947a perwerdeya xwe ya elektroteknîkê bidawî dike. Mastera xwe sala 1950a de li University of Wisconsin dike û heman demê li Milwaukee di fîrmayekê de dixebite.

Sala 1958a li Texas di karekî baştîr de dest bi xebatê dike. Li vir laboratûarekê taybet ji bo lêkolînên wî hatibû veqetandin ku ev yeka han dibû sedem, ew gelek lêkolîn û ceribandinan bike. Di 24ê tîrmehê 1958a de keşfa xwe mezin pêk tîne û transîstoran, berxwedana wan û kondensatoran bi hevre bi giştî bixebitîne.

Di 6ê reşemiyê 1959a de patenta keşfa xwe digire (Patent US3,138,743 "Miniaturized electronic circuits") û di cîhana ragihandina xêvan de şoreşekê pêk tîne. Herwekî ew di jiyana xwe de zêdetirî 60 keşfan pêk tîne (bo mînak jimarkera bêrikê, termoçapker hwd).

Di nava salên 1958 heya 1970a de li fîrmaya Texas Instruments dixebite û di nava salên 1978-1984a de wekî profesorê elektroteknîkê li zanîngeha Texasê dersdariyê dike. Ew laboratûara ku bo wî hatibû veqetandin, niha ji bo bîranîna wî hatiye raxistin. Keşfên wî heya sala 2004a bi bihayê 1186 Milyar Dolarî hatine firotin.

Ew wekî bavê mîkroçîpan tê hat navandin. Di warê ragihandina xêvên xêvjimêrê de (computer) teknîkeke nû afirandiye ku jê re ragihandina întegratîv tê gotin. Vê ragihandina giştî ya întegratîv, terxankirinên fîrmayan gelek kêm kiriye û ji teknîkên din ên ku ragihandinê wekî giravan wesle bi wesle pêk tînin him bikêrtir in, him jî erzantirin.

Xelat û paye
1970 Nîşana neteweyî ya zanistiyê ya DYA
1982 Ketiya nava kaşîfên DYA
2000 Xelata Nobel a fîzîkê



20.06.2020 15:48 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» jack ma

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistifeza zanisti niviskarznst perwerdehi psikoloji ekonomi teknoloji yendin zanistitenduristi zanistifeza zanisti niviskarznst perwerdehi psikoloji ekonomi teknoloji yendin zanistitenduristi zanistifeza zanisti niviskarznst perwerdehi psikoloji ekonomi teknoloji yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî