Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
azad zal - tirşik
azad zal
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Azad Zal nivîskar, rojnamevan, wergêr û rexnegirê wêjeyê yê kurd e.

Azad Zal di 7ê adara 1972an da li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulemîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê.

Wî li ber destê bavê xwe perwerdehiya sereke ya bi kurdî û erebî dîtiye. Şûn de li gund dibistana seretayî ya Tirkî xwendiye (1979-1984). Sala pêşî ji ber ku mamosteyê wî kurd bûye û mirovekî baş bûye, zêde bandora çanda tirkî li ser wî çê nebûye. Ji ber ku nasnameya wî tune bûye li gund pênç salên dibistana seretayî bê nasname xwendiye. Lê ji bo ku ew dibistanê berdewam bike û li bajêr perwerdebe nasname pêwist bû. Piştî dibistana sereta sê salên wî diqedin hê nasname nay derxistin. Navê wî jî diguhere dibe Mehmet.

Dibistana navîn û Dibistana amadeyî li Amedê dixwîne. Bi kutakirina dibistana amadeyiyê re di berfanbara 1992 an da ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Li ser pirsgirêkên siyasî lê doz tê vekirin û tê darizandin. Di encama darizandinê de 22 sal û şeş meh ceza lê tê birîn. Li Zîndana Amedê, li ya Dîlokê, li ya Giresunê, û li Zindana tîpa Feyê ya Sîncanê (Enqere) bi tevahî 12 salan girtî dimîne.

Di sermaweza 2004an da ji zindanê tê berdan. Piştî tê berdan li Rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Li Azadiya Welat edîtoriya beşa cîhan û dîplomasiyê dike û karê wergerê dimeşîne. Şûn de derbasî Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe û di rêveberiya Enstîtuyê de wekî berpirsê kar û barê weşanê cih digire. Her wiha piştî ku Kovara W dewrê Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe; ji hejmara 13mîn şûn de edîtoriya weşanê ya kovarê jî digire ser xwe.

Di duyemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Niviskarên Kurd de ji bo lijneya rêveberiyê hate helbijartin û wekî cîgirê serokê komeleyê peywir girt. Zal di heman demê de li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn jî kar û barê redaksiyona xebatên kurdî dike. Di derveyê vana de mamostetiya zimanê kurdî, wergera sîmultane, ya nivîskî, tîpguhezî û tîprêzî (ya erebî-latînî / latînî-erebî), grafik, dîzayn û rûpelsaziya (mîzanpaj) pirtûk, kovar û hwd., dike.

Zal, di 22yê Avrêla 2011an de bi navê Weşanên J&J weşanxaneyekê vekir û dest bi weşana J&J Ensîklopediya Kurdî kir. Ew gerînendetî û berpirsiyariya giştî ya Weşanên J&J dike.

Azad Zal zewicandî ye û du keç û lawekî wî hene.

Berhem:
Teşî (Pûşper-2009), Weşanên AVA, Helbest

Zimanê Kurdî (Rezber-2009) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Rêziman, 238 rûpel

Sûzê û Hirç (Berfanbar]]-2009) Weşanên Şaredariya Kayapinarê, (Berhevkirin, çîroka gelêrî ya zarokan)

Rêwî (Kewçêr-2010). Weşanên AVA, helbest

J&J Ensîklopediya Kurdî-Fasîkul-1 [A-ADEM] (Gulan]]-2011). Weşanên J&J, Ensîklopedî



19.06.2020 20:57 ~20:58 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» azadî di nav hestan de veşartî ye
» zal

Kategoriyên mijarê:: huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskarznst niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi hiquq psikoloji yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskarznst niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi hiquq psikoloji yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskarznst niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi hiquq psikoloji yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî