Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 12 peyam
    nifşa dawî ya tirşikê - tirşik
    nifşa dawî ya tirşikê
    (11) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. Nivîskarên di sala 2020an de xwe li tirşikê tomar kirine an di vê salê de aktif in. Niha rojev, mijar di destê vê nifşê de ye. Her çiqas car caran nivîskarên kevn tên serîkî li tirşikê bixin jî gelemperî nivîskarên aktîf û çalak ji vê nifşê ne.

    Yek ji taybetmendiyên nivîskarên vê nifşê, wek yên kevn guftûgo û gengeşeyan nakin. Piranî li ser zimên mijara vedikin û ji xalîbûna tirşikê aciz in. Lê belê ev nifş wek yên berê di neqeba xwe de hevaltî û dostanî danenîne an ez nabînim. Heye ku sedema vê yekê çênebûna hevdîtina nivîskaran be jî, Ji ber vê nexweşiya koronayê.

    Piraniya van nivîskara ji herêma mêrdîn in an ji derdora wê ne. Ez bawerim ev nifş dê mohra xwe li dîroka tirşikê bixe. Ji ber ku ji nihade hejmara peyamên van 6 mehê ewil, hejmara çend salên berê derbas jî kiriye.

    Nivîskarên ji vê nifşê gelek in. Heya ez jî di vê nifşê de me. Yên ku aktîf in û anha tên bîra min ev in:

    (bnr: xabûrî)

    (bnr: merwano)

    (bnr: shwinsherm)

    (bnr: afa)

    (bnr: f)

    (bnr: hespêsor)

    (bnr: golikvan)

    (bnr: yusiv)

    (bnr: oceancr)

    (bnr: lonw karda)

    edît:
    yên ku min navê wan nenivîsiye bila biborin. her cara tê bîra min lê zêde dikim.

    (bnr: kajav)

    (bnr: rizgarm)



    2020.06.18-01:44 ~13:08]| tîrêj zana 21

    2. ez hêvîdar im nivîsê , me nifşa dawîn lê hêja be ..
    û ji teref şopîneran were hez kirin.



    2020.06.18-02:09 ~02:27]| shwinsherm

    3. kanîn ew boomerên berê :(



    2020.06.18-17:07 ~17:13]| merwano

    4. Di nav 4 salên borî de nifşa herî çalak e. Her çiqas di nav vê nifşê de nîqaş û hevaltî hindik be jî tirşik bi wan xweştir û geştir bûye.



    2020.12.11-13:10 | yûsiv

    5. hê heftekê min nûka xilas bû lê li gorî min jî ev nifş bêhtir çalak xuya dike. weke go di mijarê da hatiye gotin bi piranî li ser zimên mijar tên vekirin. wekî dî ez jî di we baweriyê da me ev nifş zû bi zû xwe ji ferhengê naqetîne.



    2020.12.11-13:56 | hueyn

    6. Nifşa ku îro bi saya wan tirşik, li ser piya dimîne, her wiha hûn li îstatîstîkên tirşikê binêrin hûnê bînin ku her diçe rêjeya Nivîsandina peyama zêde dibe.



    2020.12.11-14:26 | merwano

    7. nifşekî gelekî rihet e, xwe wekê xwedîyê tirşikê nahesibînin. helbet hemûyê nifşa berê jî newisa ne lê çend heb wisa hene. wek mînak gava derbarê niviskarekî an nivîskarên nû de bûyerekî çêdibe heman peyamekî ji tilîyekî blindtir dinivîsîn.



    2021.10.17-23:41 | heval.js

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [1]
    bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe....
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila ten...
    heval [5]
    Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan...
    tirşik forûm [1]
    Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nifşa dawî ya tirşikê
    » dawîya kurdên partîzan
    » tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî