Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
seydayê keleş - tirşik
seydayê keleş
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Seydayê Keleş ango bi navê xwe yê din Hesen Muhemmed an Mele Hisênê Bizgûrî di sala 1930'î de li gundê Bizgûrê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye, di sala 1945'an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîşî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye.

Seydayê Keleş piştî nexweşiyeke dirêj di 18'ê pûşperê di 77 saliya xwe de li mala xwe ya li Qamişloyê çû ser dilovaniya xwe û li Qamişloyê li goristana Qudûr Beg hate veşartin.

Keleş di nav helbestvanên Başûrê Rojavaya Kurdistanê de yek ji helbestvanên naskirî bû. Wî di 19’ê berfanbara sala 2002'yan de yekemîn Xelata Seydayê Cegerxwîn stand. Di sala 2001'ê de wî xelata Mîhrîcana Helbesta Kurdî li Sûriyeyê ya Nehemîn stand. Seydayê Keleş herweha di nav siyaseta kurdî de çalak bû. Vê dawiyê ew bûbû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê.

Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbesta ye. Wî herweha di çapemeniya kurdî de komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine.

Berhemên wî:

Dîwanên çapkirî:
Em û Dijmin
Rêka Gel, Dîwana 2.
Derdê Millet, Dîwana 3, 1993.
Ronahî
Xebat
Gotinên Pêşiyan

Yên destnivîs:
Helebçe (Dîwan)
Berbang (Dîwan)
Baxistan (Dîwan)
Bîranînên Min (Bîranîn)



18.06.2020 00:19 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» seydayê shorbevan
» keleşo

Kategoriyên mijarê:: huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk perwerdehi yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk perwerdehi yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk perwerdehi yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî