Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
zaravayên kurdî - tirşik
zaravayên kurdî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîr û ol hatiye danîn. Bi vî awayî ji ber ku hatiye tevlihevkirin, Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di vê encamê de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye.

Di dîroka Kurdan de, kesê yekem, ku behsa devokên Kurdî dike, helbestvan û nivîskarê mezinê Kurdan ehmedê xanî ye. Ew dibêje:
Bohtî û Mihemmedî û Silîvî
Hin le`l û hinek ji zêr û zîvî .
Xanî di helbesta xwe de navê sê devokên Kurmancî wekî mînak ji bo hemî devokên Kurdî tîne û dibêje ku ew şêwazên Kurdî tev wekî gewher û zêr û zîv in.

Di dîrokê de jî dema ku dîroknvîsê mezin, Şerefxanê bedlîsî behsa Kurdan dike, Zazayan di nav şaxa Goranan de dihesbîne û
dinvîse; Çar grupa Kurdan hene, ew jî Kurmanc, Lor, Kelhûr û Goran

kemal fuat ku li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wiha rave dike:



zimanzanê Kurd; fu’ad heme xurşîd zimanê Kurdî ji bo çar zarên sereke dabeş dike, Kurmanciya Bakurî, Kurmanciya Navendî, Kurmanciya Başurî, Goranî.


Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.

çavkanî

Here lînkê
kovara kurdiname ya navneteweyî, hejmar: 1, sal: 2019, Rp. 8-13



2020.06.15-23:58 ~2020.06.16 00:00]| xwelî li ser

2. ez bi xwe kurdek axiverê silîvî me.
ji bo em devokan fêm bikin divê em li nexşeya éşîra binerin .
tiştê ez zanim ; dêrsim , amed, riha û mêrdîn silîvî ne .

navê silîvî ji sîlvanê (ferqîn) tê
ez bawer im di wextê merwaniyan de pêrwerdehiya kurdî hebû û ev devok wek silîvî hatiye binav kirin .

gelê îranê sê par in .
med,part ,pars
vana di wextê xwede zimanê nêzikî hev dipeyivîn..

zaza ji parta tên lê em kurd ji medan ..
goran jî ji meda tên ...
zaza xwe kurd dibînin nabînin min eleqeder nake lê rastî ev e .
vêga çima hinek zaza xwe kurd dibînin ?
-çunkî ev duhezar sal em bi hevdûre ne em xwe yek dibînin bi vî hawî..



2020.06.16-00:39 ~00:55]| shwinsherm

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [4]
dibistaneke înteraktîf e. ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîska...
weşanxaneyên kurd [2]
weşanxaneyên ku ez bawer im sedema giranbûha bûna wan ew e ku pirtûkên...
mem ararat [1]
Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê...
îslam [1]
Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê y...
navê der û berên amedê [1]
(bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
belki ev jî bala te bikişînin
» zaravayên kurdî
» kurdistan 24

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî