Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
julius caesar - tirşik
julius caesar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurtejîyana wî:
Julius Caesar berî zayîna jesus 102a de li Romayê hat dinyayê. Navê dayika wî auerlia Cotta, navê bavê wî jî Gaius Julius e.

Ceaser rêvebir û nivîskarekî navdar e. Ceaser bi ramanên xwe yên polîtîk her tim gelê xwe xwedî derketiye. Û Gelê xwe ji malbatên bi esl parastiye.

Ceaser b.z 80ya de di qesra qiralê Bitinya IV. Nikomedesa de wek şandî - Elçî- ma. Wê demê di nav xelkê de gotinên "ceaser û Nikomedes ji hev hezdikin" derket. Piştî van gotinan dijminên wî yên polîtîk ji re "şahbanûyê Bitinya" gotin û serê wî li ser van gotina pirr êşiya.

Sezar, b.z 83ya de piştî ku piştevanê Marius corneliusê 1. Bi keça cinna ango cornalia re zewicî nêzîkê Partîya Marius bû û ket di nav kişkişîna sulla û mariusa. Piştevanê sulla xwestin ku ceaser bi zorî Romayê derxin lê dema sulla mir ew vegeriya Romayê. Piştî wê demê ji ber perwerdehiya axivkerîyê çû rodosê li bal mamosteyê Apollonius mollo. 5 salê din dîsa vegeriya Romayê. Xwe da siyasetê û piştgirî da pompius. Ji aliyê din jî bi camêrîya xwe xwest ku bikeve nav dilê gelê xwe.

Ceaser b.z 68a de piştî mirina corneliayê bi pompeiayê re zewicî. Pompeia di Romayê de keçekê pirr navdar bû.

Ceaser b.z 58a êrîşê Galyayê kir. Di nav 8 sala de rûbara renê bigrin heta pireneyan tev welatê xist li bin destê xwe. Piştî ku serketina sefera Galyayê cesar bi ganîmetên ku rahişt û bi saya leşkerên xwe di Romayê de bû mirovê herî hêzdar.
B.z 49a de senato, bi bandora Pompeiusê ji ceaser xwest ku leşkera terxîs bike. Dema Sezar bihîstî pirr aciz bû û bi 5 hezar leşkerên xwe hatin Li rûbara Rubico. Fermandarê leşkeriyên senato pompius re cengeke mezin kir û piştî cengê ceaser tev Îtalyayê xist li bin hukimranîya xwe.

Ceaser heta Yûnanîstanê li pey pompiusê çû û li wir, di sala b.z 48a de bi wî re li Pharphalusê ceng kirin û dîsa ceaser biserket. Piştre çû Misirê. Pompeius ji aliyê ku qirala Misirê Pompey - xwest ku bikeve çavê ceaser - hat kuştin. Wê demê şerê ku di navbera kleopatra û xwişka wê -şerê şahiyê - bi sayê ceaser kleopatra biserket. Piştre çû anatolîyayê û li wir bi qiralê Ponpus pharnekes re şer kir û dîsa qezenc kir. Bi serketina xwe ji senatoyê re bi gotina xwe ya navdar hatim, dîtim, biserketim re eşkere kir.

Ceaser li ser hev cur bi cur serketina stand. B.z 45a de du zarokên Pompeius re şer kir û dîsa biserket. Piştî li van serketina ceaser bû dîktatorê împaratorîya Romayê. B.z 45a de keça wî Tullia mir û ceaser jiyana xwe de tu carî vê şoqê xilas nebû.

Ceaser bi destûrmendîyên ku rahişt, ji aliyê dewletê ve reformên pirr kêrhatî kir. Ji aliyê dadmendîyê jî bajarên Îtalyayê ket di nav pergalekî û rêveberiya eyaletan ediland. Ji bo mirovên feqîr jî hişt ku kartaca û korentê kolonîyan ava bikin.

Tedbîrên ku ceaser rahişt, desthilatî û hêzên senatoyê kêm dikir. Dema piştî b.z 44a de ceaser mafê heta mirinê dîktatoriyê stand û fikra şûna Cumhuriyetê rejîmeke monarşist ava bike ket hişê xelqê. Vê planê arîstokrat qebûl nekirin û arîstokratan - serekê wan brutus û Cassius bûn sûîqest amade kirin. Ceaser di sala b.z 44a de li Romayê dema senatoyê de bû hat kuştin. Dema Ceasar di nav kujerên xwe de brutus dît gotina xwe ya dawî ma tu jî brutus got.

Kujerên wî mirina ceaser bi serfirazîyekî mezin behsa gelê xwe kir lê gelê Romayê dema mirina ceaser bihîst pirr aciz bûn û li wan ji Romayê derxistin.

Gelên Romayê tu car kujeran efû nekir. Dema ku xelk, kujerên ceaser ji aliyê senatoyê hat efû kirin hîn bûn êrîşê senatoyê kirin û senatoyê şewitandin. Kujerên ceaser Brutus û Cassius dijî leşkerên Romayê şer kirin. Dema ku bi serneketin xwe kuştin.

Împaratorîya Romayê bi sayê fetihên ceaserê 500 sal li ser piya ma. Ceaser serdema jîya de împaratorîya her mezin afirand. Navê ceaser di Romayê de peyva împaratorîyê re hemwate hat bikaranîn. Ji bo împaratora navê ceaser hat bikaranîn.



15.06.2020 00:15 ~00:51 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» julius caesar

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarsiyasi niviskar cand felsefe hiquq dirok niviskarweje niviskarsiyasi niviskar cand felsefe hiquq dirok niviskarweje niviskarsiyasi niviskar cand felsefe hiquq dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî