Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
ciwanê 3 zimana zane lê xwe bi kurda nikare bide fêmkirin - tirşik
ciwanê 3 zimana zane lê xwe bi kurda nikare bide fêmkirin
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ez im. Do cîranê me hate mala me û got " cêyrana me tune ye. " Ez rabûm çûm mala wan min tesîsata wan vekir, li otomata (qutiya şartêla ) wan nihêrî, paşê min nihêrte ku nêtara ( notr ) wan qut bûye. Ez çûm derva, min panoya wan derva vekir û nêtara saetê girê da û cêyrana wan berda. Heya vira ji bilî vekirina panoya derva ya qedexe pêve tu pirsgirêk tune ye. Arizayek asayî ye. Lê piştî ku min cêyran berda pêve îja cîranê me pirsî , pirsgirêk çi bû? Ez bi kurdî dibêjim fêm nake, bi tirkî dibêjim fêm nake, zimanê gerdûnî ji xwe qet nebêjin. Dikim nakim bi zimanekî tenê fêm nake. Xwêna wî du zimanê tevlîhev dixwaze. Yanê tirkmancî û qertafa " mîş " dixwaze bibihîse. Dema bi kurdiya resen jê re rave dikim, dibêje " ev kîjan ziman e? "

Werhasil wî kir û nekir min bi tirkmancî neaxivî û me tiştek nexist serê hev. Talî min go " dev ji pirsgirêkê berde, vaye min wê çareser kir, tu pirsgirêk nema "

Ji ber ku ev buyer pir cara tê serê min, û ez gelê pê hêrs dibim, min wê nivîsî. Lê divê ez herim qûrsên tirkmancî û hinek xwe pêşve bibim. An na nikarim bi vî gelî re têkiliya xwe dênim.



14.06.2020 23:34 | tîrêj zana 21

2. Sedema wê kurdên me hem ji dêrê bûne hem ji mizgeftê. Mixabin Ne zimanê xwe baş dizanin ne jî zimanê tirkî. Ji ber wê derdên xwe bi tirkmancî baştir tînin ziman.



14.06.2020 23:47 | xabûrî

3. Ev tişt dişibe koma watsaapa malbata me. Di komê de her gav dixwazim bi zimanê xwe binivîsim. Dibêjim bila ji bo bira û xwişkên min bibe vexwendina zimanê nivîsê. Bila hêdî hêdî Gringiya zimanê fêm bikin û fêrî tîp û qaîdeyê zimanê nivîsê jî bin. Dixwazim zimanê nivîsê li çavê wan bikeve li mejiya wan bi cîh be. Lê mixabin dem tê wek li jor jî hatiye gotin tirkmancî yan jî zimanê serdest nebe gotina min fêm nakin. Ez destvala vedigerim zimanê tirkî.



14.06.2020 23:54 | kajav

4. pirsgirîka kurdên bakûr ya sedsala 21 an ya hebûn û nebûnê ye.
êdî dilê min vî nezanên me li hev dikeve.
Ya ku mirov ji dîn û îman derdixe jî ev e ku dipirsin ev çi ziman e ?
bersiv helbet divê "q*zê kerê" be lê em divê bi sebr û bibêjin ev kurdî ye , zimanê gelê kurd e.ma heyran jixwe tu jî kurd î Û Ev zimanê te ye jî.mixabin ev ravekirin jî kêr nayê. bêjin kambax be ji wir birevin.



15.06.2020 00:22 | brzn

5. Slav, ez jî du gotina ji civata we zêdebikim

Mijara tirkmancî kûr û dûr e, wek hûn dizanin ku herêma serhedê bi wî avahî tê axaftin, ez zimanê resan nikarim li bajarê xwe dervê sê çar kesan bi tu kesîre biaxivim, mixabin ev tiştekî sosret e lê êdî ez jî fêrbûm ku ev qedere.

Pêşniyara min li te keko were Agiriyê hewceya qursê filan nake.



15.06.2020 12:25 | mele amon ra

6. Cîwanê bira xema nexwe, ku chomsky jî bûna wê bi wî kerî neda fehmkirin *



15.06.2020 21:49 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanên porspî
» lênûska xer û guneha
» xwestek
» kurdalaegon
» bide ber

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî