Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mubi - tirşik
mubi
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malperek fîlma ye. axleb fîlm û belgêfîlmên serbixwe (Independent) parve dikin.her heftî nizamçend fîlm tên. her fîlm mehek filan di weşanê de dimîne. berî çend heftîyan beşek din li malperê zêde kirin bi navê "koleksiyon". li wir jî fîlmên serbixwe hene. kengî bixwazin hûn dikarin temaşe bikin.
malperek xweş e. erzan e jî. mehê 10 wereqe. xêra xwedê ye.
Here lînkê



12.06.2020 20:40 | xwelî li ser

2. platforma sînemayê ye. derhênerên qure, fîlmên ku xelet ji festîvalan wergirtine û çîrokên biyanî/nû ji her çar aliyên cihanê di nav malpera "https://mubi.com"ê de li benda we ne. bo mehek an du mehan a pêşî belaş e. wekî din be, bi pere ye.

beriya vê pandemiya quzilqurtane ji xwe re diçûm salonan bo fîlmên teze ji festîvalan hatine. mehê carek diçûm salonan. Bi tenê diçûm û roja ku diçûmê, serê min rehet dibû: bi tenê ez û fîlm, tenêtî: derbasî kafeyekê dibûm, qehwe, kêk, dîsa tenêtî, û aramî. serê’m ji geremola mirovan dûr, hebkî diarimîm. hebkî bêhna’m vedibû.

jiyan bi îzmîriyan re li îzmîrê rêxane didome. çend cihên sanctuary min ji xwe re dîtiye. ji vir diçûm wir, ji wir jî derbasî yekê din dibûm. wekî din derdên vî bajarî nahê kişandin. Îro jî wisa ye. werhasil pandemî salonên rengîn ji min stend. dû re, haya min ji mubiyê çêbû. Li mubi’yê Rastî derhênerên baş hatim û fîlmên hin welatên din ku sînemayê wan ne navdar e, min wan li wir nas kir.



02.12.2021 23:32 ~2021.12.21 22:33 | mirovekirind

3. Platforma ku bi fîlmên kult di hişê min de mayî ye.



09.12.2022 17:52 | merwano

4. belgefîlma translating ulyssesê ku mijara wê pêvajoya dûr û dirêj a wergerandina ulyssesê ya kurdiya kurmancî ye, meriv dikare li ser mubiyê temaşe bike. Here lînkê



5 roj berê 02:05 | tizbîkêş

5. Platforma ku fîlmên tê de ji sedî 90 di kattegoriya fîlmên erotîk de ne. Tu dibêje qey fîlmên bê erotîzm qebûl nakine wê platformê. Çawa translating ulyssesê tevlî wê platformê kirine, ecêb e.



4 roj berê 18:45 | çaya germ

6. platforma ku bi peretî fîlma bahoz dihewîne.
hem jî legal.*



4 roj berê 18:53 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mubin dunen

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî