Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdên dibêjin dev ji kurdî berde - tirşik
kurdên dibêjin dev ji kurdî berde
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Reben û belengaz in. Cahil û paşdemayî ne. Piranî bi tirkmancî û tirkî daxivin. Gelemperî rayedarên hdp yê ne. Kurdên ku " tirkîyelîleşmîş " bûne îja dixwazin heval, hogir û mervê xwe jî weha bikin. Ji ber wê jî yekser zimên arman digrin û paşê bi riya aborî û tirsandinê hewl didin bikaranîna kurdî ji holê rakin an di cihekî de heps bikin.

Ev belengazên han dema Kesên bi kurdiya resen daxivin dibînin dibêjin " ev çi kurmanciye? Em ji te fêm nakin. Ev kurdiya te li tu derê derbas nabe. Tê serê xwe di belê xî. Dev ji vî zimanî berde...... "

Ka tê ji wan re bêjî çi? Hayê wan ji bişaftinê tune. Girîngiya zimên nizanin. Ne kurdî baş dizanin ne jî tirkî. Bûne guyê bişaftinê û mane.



06.06.2020 21:54 | tîrêj zana 21

2. Dîsa qehrîme velle. Weku hevalek li serê gotiye bi gelemperî wana pişte HDP digirin.
Lê ez meraq dikim gelo di navbera me de miroven baver dikin kû HDP partîye Kurdan e hene? Gellek meraq dikim. Hdp partîye lgbt, sosyalisten tembel û nebikêrhatî, miroven kû dixwazin Kurdatîya xwe ji bîr bikin e.sa



06.06.2020 23:08 | tekoser

3. kurdên ku reya xwe didin akp û partiyê tirka xwe zêdetir tirk dibînin û bi ya wan axaftina tirkî sembola modernîtê ye.
ê welhasil ew kurdê ku bêje te,
dev ji kurdî berde potansîyel reyvanê hdp ye.
yanî ev pirsgirêk ne ji hdp ye.
û çend derba min bihîst ji tirşikvana ; divê em kurdî bela bikin , em ê nivîsa kurdî fêrî kurda bikin yaw de herin wur de lo !
tu çi rê kê dide ?
qey tu li gelawêjê dijî ...
rewşa me kurda ev e .



06.06.2020 23:37 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên apaçî
» dibêjin şam şekir e lê kurdistan şêrîntir e
» dev lê ketin
» kurdîniya malî
» berdevk

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî