Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
fîlmên mahsun kırmızıgül - tirşik
fîlmên mahsun kırmızıgül
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Flîmên kû mirov tiştekî ji wan NAYÊ fêmKIRIN e. Mêrik di flîmên xwe de xwe ji mijarekî di qevizînê mijarek dî. Di flîmên wî de 5–6 mijar derbas dibin lê taze behsa yekî jî ji van mijara nakê. Weke mînak di flîmê xwe yê bi navê Güneşi Gördüm (Min tav dît – Min roj dît) de xwestiye li ser şerê navbera pkkê û dewletê bisekinê. Lê nêrîna wî ya meseleyê mixabin ne objektiv e. Nêrîna wî ji nêrîna fermî a dewletê ye. Li gor flîm di pevçûnekê de ji pkkê nêzîkî 10–12 gerîlla şehîd dikevin. Lê wendayiyên eskeran tenê 2–3 ne. Yanî eynî wek zîhnîyeta dewletê a dema kû di pevçûnan de wendayiyên pkkê 3-4 qat ji yên xwe zêdetir nîşan didê ye. Di cihek dî jî yê flîm de leşkerên tirka têne gund û ji gundiya dixwaz in kû gund vala bikin. Lê ne bi awayek hişk. Tê bibêjê qey leşker sed rica ji gundiyan dikin kû gundên xwe vala bikin. Lê kesên kû ji gundên xwe terikîn di dizanên kû leşkeran ti mohlet ne daye wan. Kesê tiştên xwe ji agir xilas kirî hema gund di terikand e. Ne tenê şewitandin. Yên bihistî dizanin kû di sala 1994ê du gundên şirnex yên bi navê gever (kuşkonar) û bêsûke (Koçağılı) ji aliyê balafirên şer ve hatibûn bombebaran kirin û di vê bûyerê de 38 gundî hatibûn kuştin.(http://www.gazetediyarbakir.com/haber-7339-Meger-o-koyleri-asker-bombalamis.html) Di derek din de leşker dema têne gund di destên wan de şekir û çîkolata hene û wan şekir û çîkolatayan didin zarokên gundiyan. Yên dizanê dema kû leşker dihatin gund gundî di meydana gund de kom dikirin, hinek ji wan rût dikirin, li hinekan dixistin, bav li pêşiya zarok û zecên wî rût dikirin, êdî ti kesî ji wê fihêtiya xwe ne dixwest e bijî.. Ezbenî ma ez çi bêjim û çi nebêjim. Gotine hêştirê (deveyê ) pişta te xwahr e, hêştirê gotiye ma kî dera min rast e. Ev jî meseleya flîmên mehso ne. Ti dera flîmên wî ne rast in. Ji xwe rast bûya giregir û sermezinên dewletê ne dihatin galaya vî flîmî..



25.09.2013 19:33 | nan û av

2. şikir ji xwedê re ku min hê yekê jî temaşe nekiriye.

Mahsun Kırmızıgül û yilmaz erdoğan rûreşiya gelê xwe ne. ji feydeya wan gelekî gelekî zêdetir zerara wan heye ji bo gelê kurd.

her du ew kurdên ku gotina "benim kürt arkadaşlarım da var" de derbas dibin, in. ev her du mirov kurdên ku li ber çavê dijminên kurdan "baş" in, in.



25.09.2013 22:36 | simurg56

3. mahsun qebrax e lê yılmaz ra gotin tine heyran.



26.09.2013 00:05 | nîgarvan

4. Heyfa peyv û hevokan ku li ser vî kesê bê kirin.



26.09.2013 12:35 | gulan

5. fîlm nînin. dibe ku, em dikarin bêjin xêze fîlmên mahsun kırmızıgül



22.04.2014 02:03 | nazim tolhildan

6. hirç û govend rûvî û seyran mehso û fîlm.



12.06.2014 12:21 | ciwanpiroz

7. (bnr: fÎlmÊn kerÊ çolÊ) ne



12.06.2014 14:37 | xendekî

8. mirovekî virt û vala ye. di fîlmên wî de mijara bingehîn tore ye. bi rêbazeka demogojîk û derewîn çîrokan diafirîne û çiqas yekê weke xwe beredayî dîtibe êxistiye di nava fîlmên xwe de

ez domandina serneketina wî ji dil û can dixwazim



12.06.2014 15:02 | renas

9. mahso Û fîlm çi dibêjin hev! mirov ji axaftina wi tiştek fehm nake...



12.06.2014 16:20 | xwelî li ser

10. fîlmên ku ji pornoyê jî xiraptir û kirêtir in.



13.06.2014 00:43 | rewnaqa xewle

11. (bnr: fîlmen tewşo mewşo)



13.06.2014 12:16 | xwelî li ser

12. (bnr: kellese kurdan)

(bnr: kehrparêz)



26.03.2015 22:45 | qoling

13. derbarê mirovên wiha de şîrove naxwazim bikim.Lê fîlmên wî çiqas bêjin baş e jî Lİ GOR MİN her tişt ji bo xwe dike û çand , rewşa kurdan û hwd. ne xema wî ye.

Fîlmên xweda behsa jîyana kurda dike lê nabêje çima tê kirin ,çima wisa ye û divê çi bibe bê bersivin.Tiştek wisa nade temaşevanan.Ev jî tê vî wateyê ku mehso yê kurd ji eslê xwe dûr e.



02.04.2019 14:27 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fîlmên ku li bêhmekê tên temaşa kirin
» mahsun kırmızıgül

Kategoriyên mijarê:: anket sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî