Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
george floyd - tirşik
george floyd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mirovekî reş e anku reşik e ku mirina wî bûye sedema tevlihevbûna dya (dewletên yekbûyê yên emerîkayê) ê.Georgle floyd mirovekî 46 salî û afro-emerîkan e.George floyd li Fayetteville, North Carolina hatiye dinê û li Houston ,Texas a emerikayê mezin bûye.Ew li dibîstana seretayî ya Yates High School ê de beşdarê tîma fûtbol û basketê dibe.Dû re tê houstona texas û beşdarê koma hîp-hopa bi navê Screwed Up Click dibe. 2014 an de koçê herêma minnesota dike.li St. Louis Park jîyana xwe didomîne û li restorantekî minnepolis jî bo 5 salan wek peywirdarê ewlehiyê dike.Lê dema vîrûsa koronayê de bi fermana "mal de bimînin" de bê kar mabû û ji xwe re kar digeriya. Floyd bavê 2 keçên ku yek 6 yek 22 salî bû.
George floyd ji aliyê polêsê bi navê Derek Michael Chauvin (44 salî ye û derbarê wî de gelek gilî hatine kirin ,dîsa polêsek bê rûmet bûye) ve li minnesotayê hatiye binçav kirin û dema ku hatiye binçavkirin Derek Michael Chauvin , destê wî bêrîka wî de ye û çoka xwe dide ser stûyê floyd bo çend xulekan. (destên floyd bi piştê ve girêdayî ye).Floyd çiqas bêje jî ez nikarim bêhna xwe vedim jî ev polêsê kirêt guh nade gotina floyd û floyd nikare zêde berxwe bide û dimire.
Li dya ê niha xwepêşandanan derketine kolanan û bi polêsan re şer dikin.
Wisa dixûyê ku ev yek bûye sedema derketine reşikan bo kolanan.Ji ber ku li dya yê her tim li hemberê cudatiyê hatine.Herwekî kurdên dya yê reşik in.



(bnr: xwepêşandanên li hember tundiya polêsên li dya'yê)



31.05.2020 16:44 ~18:50 | brzn

2. kesekî li emerîkayê ji aliyên polîsekî * hatiye kuştin.

heya niha li tirşikê ev mijar dereng hatiyê vekirin lê bawerim kurdên me dibêjin derdê me ne besî me ye, bi ser vê bûyerê de zêde naçin.
her wiha mafdarin jî :(

ji xwe ez bi xwe re nabînim ku di derheqê camêr de binivîsim.
rehma xwedê lê be :(



31.05.2020 23:59 | merwano

3. Xuya ye ku ev meşa sala 1965'an bê tesîr maye.Hêvîdar im ku xwîna George Floyd û reşikên din dê li erdê namîne.Martin Luther King ji bo reşikên amerîkayê mîrasek gelek girîng da.Reşikên Amerîkî jî mîrasa wî hildan û serî li hemberî nijadperestiyê rakirin. Ne tenê reşikên Amerîkî, amerîkiyên din jî ji bo hemwelatiyên xwe yê reşik derketin kolanan.Înşella Kurdên me jî li hemberê nijadperestiyê bibin yek.
Rehma Xwedê li George Floyd, Martin Luther King û Miriyên Yekşema Bixwîn be.



01.06.2020 14:16 | bargiranewe aeth.

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» george r. r. martin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî