Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
25.09.2013 firara 18 girtiyên li çewlîgê - tirşik
25.09.2013 firara 18 girtiyên li çewlîgê
(4) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. bûyera ku îro di anfê de bûye nûçe ;

http://firatnews.com/news/guncel/bingol-cezaevi-nde-18-tutsak-firar-etti.htm



çi qas kêfxweş bûm nikarim terîf bikim .

aqûbet li serê serok apo û hemû girtiyên di heps û zindanan de *



25.09.2013 11:25 | brusk56

2. nÛha gÛh bidin klama:

zindana diyarbekır



25.09.2013 13:13 | cinorek

3. lazim e mirov wan dîsa bigirê û radestî dewletê bikê. Pêvajo heval pêvajo. Divê ti tişt newê serê pêvajoyê..



25.09.2013 13:55 | nan û av

4. dibêjin ji beriya biçin notek hêliştîne."Em ji bo biryara serokatî paş vekişiyan."



25.09.2013 14:12 | cekdar

5. di nav vê sergêjî û qerepera heyatê de nûçeyek xweş û mizgîniyeka xêrê..

min bi xwe nûçe nedîtiye û nexwendiye lê niha hevalekî got berî çend rojekî di nûçeyeka anfêde dihate gotin ku öcalan silav ji girtiyên pkkî yên di girtîgeha bîngolê de re şandibûn..

strana girtiyên azadiyê ji dengê ciwan haco dikim diyarî û dişînim ji bo hemû mehkÛm û firariyên kurdistanê yên ku di hebs û girtÎgehên tirkî de hilnayên û dil ketine azadiyê..



25.09.2013 15:23 | endazer

6. ku bi rastî notek weke "Em ji bo biryara serokatî paş vekişiyan." li dû xwe hiştibin, tir li qûna dewleta tirk, kirine fiss!



25.09.2013 19:51 | simurg56

7. bê pirsê tîne bîra mirov: ku werin dorpêşkirin wê artêş were vekirin? ger were vekirin wê agirbest û pêvajo xera bibe. divê dewlet nekeve pey wan, nexwe wê aşitiyê ew bixwe xera bikin *



25.09.2013 21:43 | simurg56

8. Fîrara kû flîmê bi navê The Shawshank Redemption (Berdelê dîliyê-Esaretin Bedelî) aniye bîra min. Lehengên wî flîmî Andy Dufrense (Tim Robbins) û Ellis Body Redding (Morgan Friman) in. Andy bi sûcdariya kû jina xwe kuştiye di kevê hepsê. Di roja pêşiyê ve dikê serê xwe de kû ji girtingehê bi revê. Bi çakûçekê piçûk dîwar di kolê. Tişta ecêp ew e kû vî çakûçê xwe din ava încîlê de di veşêrê. Bi vî awayî ti kes ji wî guman nakê.. Andy di şevek tarî û baranî de ji hepsê di revê. Dema di derkevê jî dera kû digihijê derek kanalîzasyon e. Xwe li nava wê pisî û gemarê didê û di derkevê. Li gor nûçeyên di derbarê fîrarbûna van pkkyîyan de tê te fêhm kirin dawiya tûnela wan jî digihijê kanalîzasyonê. Çêdibê van hevalan ev flîm temaşe kiribin û gellekî di bandora vî flîmî de mabin..



25.09.2013 23:15 | nan û av

9. Îro ji rojan 25 nÎne 18 YE ...



25.09.2013 23:48 | nîgarvan

10. mixabin ji 18 girtiyan 17ê wan îro hatine girtin. nexwe, li derve alîkarên wan tune bû û bi tena serê xwe ev plan çêkirine.



26.09.2013 10:17 | simurg56

11. reva wan çi qasî ez kêfxweş kiribim desrdestbûna wan jî ew qasî ez aciz kirm û qehirandim.. mirov bivê nevê tiştên xirab û ne ji xêrê ve difikire.. yanî camêran du salan bêfesl û navber tevî hemû zorî û zehmetî û RÎSK Û TALûKEYAN BINÊ ERDÊ kolane heta kU serderî azadiya xwe ve bûne.. Û 16 SEETAN JÎ LI ÇIYÊ LI NAV DARISTANÊ MANE LI BER XWE DANE LÊ TU KESÎ NEKARIYE BI HAWARA WAN VE BIBEZE Û WAN JI DESTÊ GIRTINÊ XILAS BIKE.. EW KURDISTAN Û TEVGERA KURD YA KU NIKARIBE LI ZAROKÊN XWE XWEYÎ DERKEVE BILA BIMIRE HÊJ CAW ERZAN!



26.09.2013 13:46 | endazer

12. tê gotin ku van 18 firariya karîne xwe bigihînin şkeftên pkkê. lê ji ber pêvajoya aşitiyê pkkê van şkeftan vala kiriye. pkkiyan xwestiye dîsa jî wan rizgar bikin û tevlî xwe bikin lê ji ber ku ev 18 kes ji aliyê leşkeran ve hatine şopandin û rîska pevçûnê derketiye holê, qendîlê ji gerîlayan xwestiye ku bi leşkeran re neyên rû bi rû. ji ber vê yekê jî pkkyiyan nekarîne alîkarî bikin.



27.09.2013 22:17 | simurg56

13. bûyera ku di nav siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê de zêde bal nekişandiye û deng venedaye.. heta camêrên bi xwe re dîtîn li xwe danîn û behsa kirîn jî ji perspektîv û jargona protestoyên seyrangeha geziyê li meseleyê nêrin û henekên xwe yên têr îma û îronî pê kirin..

li gorî rojnameya radikalê van her hijdeh xweşmêran berî du salan bêyî ku tu kesî pê bihesînin an agahdar bikin dest bi kolana tunelê kirine.. tûnel bi qasê 80 metreyan bûye.. ji bo ku zêde deng neçe destpêka tûnelê bi qasê 3 metreyan kûr kolane û pê hesinên ku ji nav betona zemîna girtîgehê derxistine kolane.. ji bo ku balê nekişînin ser xwe û ji aliyê îdareya girtîgehê ve koxuşa wan neyê guhertin tevil tu çalakiyan nebûne û di nav du salan de hîç cezayê dîsîplînê nexwarine.. axirê taliyê ji serdanciyekê girtiyekî alîkari xwestine û vî serdancîyî jî cilên paqij ji bo wan anîne û ji bo têkiliya wan a ji derve jî alîkariya lojistîk daye wan.. ev her hijdeh xweşmêr piştî ku ji hebsê xilas dibin û xwe davêjin ber bextê daristaneka ku ji bajêr bi qasê 20 kîlometreyan dûr e.. ji nav komê hevalek ku berê berpirsiyarê wê herêmê bûye ji wan re dibêje hûn li vir bisekinin ez ê herim têkiliyê bi hevalan re deynim û alîkariyê bixwazim.. tabî heta hingî 16 seet ser vê rev û firarê re derbas bûne.. axirê gurên boz yên dewleta tirk bi pey bêhna azadiyê ve dikevin û teqîbat û tehqîqatê dikin û taliyê bi ser koma girtiyên azadiyê ve dibin.. dor li wan dipêçin û ji wan dixwazin ku teslîm bibin.. li gorî îdîayê gerîlayên pkkê yên li wê derdorê xeberê dişînin ji qendîlê re û dibêjin hal û mesele ev e em çi bikin.. qendîl jî dibêje nebe ku hûn bi hêzên ewlekariyê yên artêşa tirk re pev biçin û bikevin singa hev.. axirê dawiya çîrokê me hemûyan ji xwe ji ajans û rojnameyan xwend.. hivdeh mehkûm û firar û qaçaxên hikûmatê ji aliyê eskeran ve cardin tên girtin û mehkemekirin û cezakirin.. û firarê dî yê ku ji bo alîkarîxwestinê ji wan veqetiyayê hîn jî serwinda ye û nehatiye girtin..

di fîlma hababam sınıfıyê de xwendekarên lîseyê ji bo ku ji mektebê birevin tûnelekî dikolin û dawiyê hew dinêrin ku serê tunelê di odeya midûrê mektebê re derdikeve.. yek ji aktorê fîlmê kemal sunal dema çav bi midûrê mektebê münir özkul dikeve bişaşwazî gazî hevalên xwe yên di tunelê de dike û dibêje çocuklar sakın gelmeyin tünelin bu ucu bombok bir yere çıktı yanî zarokno nebe ku hûn werin serê vê tunelê derket ser çala gû ve..

ji duh ve di kerb û kesera ji nû ve girtina van her hijdeh xweşmêran de me..

dema ez bi nûçeya girtina wan hesiyam helbesta ferîd xan ya bi navê çîroka kûçikên birçî niqutî dilê min.. êşiyam û pir êşiyam..



''bê welat jî mirov dikare bijî

mîna kûçikan

mîna kûçikên bêxwedî jî

dinya welatê min e

mirov dikare bêje

mîna utopîstan

mina kûçikên utopîst

lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te dide

biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide

him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke

him tukes li te xwedî dernekeve Û li seranserî cîhanê

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

wê demê belkî xwediyek û welatek ji te ra lazim be

ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!''



28.09.2013 06:36 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 25.09.2013 firara 18 girtiyên li çewlîgê

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî